KERKÛK - Lehiyê pira 10 gundan rûxand: Gundî bar û nexweşan li pişta xwe dikin

5 demjimêr berê
Herdî Mihemmed
Herdî Mihemmed
Welatiyek çewalên êm li pişta xwe dike\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Welatiyek çewalên êm li pişta xwe dike\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Qerehencîr Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Qerehencîrê ya parêzgeha Kerkûkê, dîmenên heyî zehmetiya jiyanê nîşan didin.

Lehî û barana gûr pireke sereke rûxand û rêya çûnûhatinê ya nêzîkî 10 gund û avahiyan êdî nîne.

Niha li wê herêmê mêr neçar in çewalên êmê ajelan xwe li pişta xwe bikin û di newal û çeman re derbas bikin.

Her wiha jin û zarok jî ji bo bidestxistina pêdiviyên rojane rêyeke dûr û dirêj bi pêyan diçin.

Gundê "Şêx Cîriyê" û yek ji gundên Kurdan ê herêmê ye, gundî û xelkê herêmê ji ber rûxina pirê û xerabûna rêyan asê mane.

Sîrwanê ku ji gundê Şêx Cîriyê ye, diyar dike ku rêya malên wan bi temamî xera bûye û otomobîl nikarin bigihêjin wan.

Sîrwan Şêx Cîrî got, "Ev bar êmê ajelan e û em ji bo gundan dibin xwarê, xelk asê maye û rê tune.

Ji bilî vê pêdiviyên malê hene û rojane bazar lazim e, em neçar in bi vî awayî veguhêzin."

Ji bilî pirsgirêka xwarin û êm, tirseke mezintir li cem şêniyan heye ku ew jî rewşa nexweşî û rewşên bi lez in.

“Otomobîl nikarin biçin gundan”

Amanc Salar, şêniyekî din ê herêmê ye û amaje bi wê yekê dike ku rêya pênc heta şeş gundan bi temamî girtiye û çûnûhatin rawestiyaye.

Amanc got, "Ev rê girtiye û rêyeke din jî li wî alî girtiye, çûnûhatin bi ti awayî nîne.

Eger rewşeke ji nişka ve yan nexweşiyek hebe, divê em bi destan û bi pişta xwe nexweş bigihînin aliyê din ê pira rûxiyayî."

Her çi qasî lehiyê zerera canî li pey xwe neaniye lê ziyaneke mezin a madî gihandiye şêniyan.

Birwa Cejnî behsa ziyanên gundê xwe kir û got, "Otomobîl nikarin bên vê derê, lehiyê dîwar û hewş rûxandine û xanî xera bûne."

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji bilî rûxina pir û rêyan, lehiyê ziyan gihandiye bax û dexl û danê cotkaran û gelek ajel û mirîşk jî telef bûne.

“Em dê rêya gundan vekin û zerera gundiyan tezmîn  bikin”

Piştî bûyerê şandeyeke Navenda Niştimanî ya Birêvebirina Qeyran û Karesatan a Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ji Bexdayê gihişt Kerkûkê û çû deverên ziyandîtî.

Serokê Navenda Niştimanî ya Birêvebirina Qeyran û Karesatan Cefer Betat ferman da ku bi lez rêya alternatîf ji bo wan gundan were vekirin.

Cefer Betat ji Rûdawê re got,"Îro hewla me wekî dewlet û parêzgeh ew e ku em dubare dest bi jinûveavakirinê bikin, heke bi awayekî demkî be jî divê rêya wan gundan vebe.

Paşê em dê rêkarên din wergirin da ku rêyan bi awayekî baştir çêbikin."

Serokê Navenda Niştimanî ya Birêvebirina Qeyran û Karesatan di berdewamiyê jî de got, "Hinek rêkar hene ji bo tezmînkirinê, em heta tezmîna ziyana salên borî jî dikin.

Her welatiyê ku ji ber qeyran û lehiyê ziyan dîtibe, tê tezmînkirin, ji ber ku dewlet bavê hemû welatiyan e."

Şêniyên van gundên Kurdan, hatina berpirsên bilind ên Bexda û Kerkûkê wekî derfetek dît da ku ji bilî pirsgirêka lehiyê, giliyê nebûna xizmetguzariyên seretayî jî bigihînin wan ku bi salan e ji dest dinalin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst