PDK û YNK ji bo avakirina hikûmetê dicivin

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PDK YNK Hikûmeta Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê 16ê Kanûna Pêşîn, bicivin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Hîwa Geylanî îro ji Rûdawê re got, “PDK û YNKyê li hev kir ku roja sêşema bê bicivin.”

Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Sedî Ehmed Pîre 10ê Kanûna Pêşîn a 2025 li Hewlêrê di konferanseke rojnamegeriyê de li ser dan û standinên şandeyên PDK û YNKyê yên ji bo pêkhatina hikûmetê gotibû:

“Tiştê ku ez li her du aliyan dibînim, cureyeke geşbînî heye.”

“Pêwîst e em li Hewlêr, Kerkûk û Mûsilê yekgirtî bin”

Sedî Ehmed Pîre diyar kiribû ku ew niha li pêşberî du bernameyên girîng in ku yek jê avakirina hikûmetê ye û ya din jî aktîvkirina parlamentoyê li Îraq û Herêma Kurdistanê ye û wiha axivîbû:

“Eger em (PDK û YNK) li Herêma Kurdistanê yekgirtî nebin û nekaribin hikûmetê ava bikin, bê guman em dê li Bexdayê jî dijberiya hev bikin û lawaz bibin.”

Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Pîre tekez kiribû, ji bo ku ew karibin bi PDKyê re li Bexdayê bihêz bin, “Pêwîst e em li Hewlêr, Kerkûk û Mûsilê yekgirtî bin, heke na em dê li wê derê lawaz bibin.”

Sedî Ehmed Pîre amaje bi wê yekê kiribû ku piştî wê civîna di navbera PDK û YNKyê de, ew dê bi aliyên din re jî bicivin.

“Nabe PDK li benda wê yekê be ka YNK dê çi bide wê”

Zêdetirî 13 meh di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne û tevî dan û standinên YNK û PDKyê heta niha Kabîneya Dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin.

Seedî Ehmed Pîre li ser vê mijarê gotibû:

“Em hêzeke sereke ne li Herêma Kurdistanê û PDK jî bi heman rengî ye.

Nabe PDK li benda wê yekê be ka YNK dê çi bide wê yan berevajî wê. Divê li hev bikin û bi hev re hikûmetekê ava bikin.”

PDK û YNK di civînên borî de karîbûn li ser karnameya hikûmetê bigihîjin têgihiştinekê lê dema mijar hat ser postan, civîn xitimîbûn.

Pîre dibêje, “Behsa dîtina hevpar dikin lê eger li ser pirsa dabeşkirina desthilatê û şêweyê bicihanîna bernameya hikûmetê li hev nekin, dîtina hevpar bê wate ye. Divê li ser pêkhatina hikûmetê li hev bikin.”

Di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Kurdistanê de PDKyê 39 kursî û YNKyê jî 23 kursî bi dest xistibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst