Girtiya nexweş Besra Erol hat berdan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Besra Erol Berdan Girtiya Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya nexweş Besra Erola ku berdana wê çend caran hatibû bipaşxistin ji Girtîgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê derket.

Besra Erola 66 salî îro careke din derket pêşberî Komîteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê û komîteyê biryara berdana wê da.

Besra Erol li ber girtîgehê ji aliyê mirovên xwe ve hat pêşwazîkirin û ber bi bajarê xwe Mûşê ve bi rê ket.

Çima hatibû girtin?

Kurê Besra Erolê yê bi navê Evrîm Denîz 20ê Tîrmeha 2015an li navçeya Sirûcê ya Rihayê di êrişa DAIŞê de canê xwe ji dest dabû.

Besra Erol 30ê Nîsana 2019an ji ber axaftina li ser gora kurê xwe bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.

Dadgehê 7 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li Erolê birîbû.

Berdana wê hatibû bipaşxistin

Diviyabû Besra Erol 9ê Kanûna 2024an bihata berdan lê Komîteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta "cezayê dîsîplînê" berdana wê salekê bi paş xistibû.

Piştî îtiraza parêzeran biryar hatibû betalkirin lê komîteyê ducare berdana Besra Erolê 6 mehan bi paş xistibû.

Piştî wan 6 mehan, komîteyê careke din biryara 6 mehên din dabû û berdana wê bi paş xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst