Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku îro bi 3 "mûşekên balîstîk" êrişî baregeheke wan a li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyan ê PAKê Edîb Xalîdiyan, ji Rûdawê re got, "Îro bi 3 mûşekên balîstîk êrişî baregeha me ya PAKŞARê ya li nêzîkî Balîsanê hate kirin."
Li gorî gotina Xalîdiyan, di vê êrişê de Pêşmergeyekî wan birîndar bûye.
Ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê (28ê Sibatê) ve, bi zêdetirî 590 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Beşek ji van êrişan li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse