Şandeyeke ji Bakurê Kurdistanê ji bo merasîma Salih Mislim çû Kobaniyê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Leyla Zana / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Leyla Zana / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Salih Mislim Bakurê Kurdistanê Şande
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê, ji bo beşdarî merasîma oxirkirina siyasetmedarê Kurd Salih Mislim bibe derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Şande li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di deriyê sînor re derbasî Girê Spî bû.

Siyasetmedarên Kurd li wir ji aliyê şandeyeke rayedarên Rojavayê Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin û ber bi Kobaniyê ve bi rê ketin.

Kî di nav şandeyê de ye?

Di nava şandeyê de gelek hevserok û kesayetên naskirî cih digirin.

Hevserokên Giştî yên DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan di nav şandeyê de ne.

Her wiha Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç û Hevberdevka HDKyê Meral Daniş Beştaş jî çûn Kobaniyê.

Alîkara Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê ya Ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar Ebru Gunay, Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel, siyasetmedarên Kurd Leyla Zana, Çetîn Arkaş û Seroka Wekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di nav şandeyê de cih girtine.

Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim û nexweşê gurçikan bû.

Salih Mislim li nexweşxaneyeke Hewlêrê canê xwe ji dest dabû û cenazeyê wî ji Hewlêrê biribûn Kobaniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst