Wezareta Pêşmergeyan: Pêşmerge beşdarî êrişa Selahedînê nebûye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wezareta Pêşmergeyan Selahedîn Heşdî Şebî Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan wan îdiayan red dike ku dibêjin hêzên wan êrişî baregeheke Heşdî Şebiyê ya li parêzgeha Selahedînê kirine.

Wezaretê ragihand ku Pêşmerge ne beşek e ji nakokiyên leşkerî yên li herêmê hene.

Wezareta Pêşmergeyan bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di çend kanal û rûpelên medyayê de nûçeyeke "nerast" hatiye belavkirin ku qaşo destê hêzên Pêşmergeyan di êrişa li ser baregeheke Heşdî Şebiyê ya li parêzgeha Selahedînê de heye.

Wezaretê ew îdia "bi tundî" red kirin û got, "Hêza Pêşmergeyan bi ti awayî ne beşek ji wan alozî û nakokiyên leşkerî yên ku li herêmê hene.

Pêşmerge beşdarî ti çalakiya leşkerî ya li dijî ti aliyan nebûye."

Wezaretê amaje pê kir ku erkê sereke yê hêzên wan parastina asayîş û aramiyê ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de hat tekezkirin Wezareta Pêşmergeyan bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re di nav hevahengî û pêwendiyê de ye.

Îşev li parêzgeha Selahedînê baregehên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin.

Piştî êrişê, birîndarên Heşdî Şebiyê ji bo dermankirinê veguhastin Nexweşxaneya Xurmatûyê.

Li gorî agahiyan, li herêma Berawciliyê ya di navbera Xurmatû û Suleyman Begê de êrişî çend xalên Heşdî Şebiyê hatibû.

Di nav wan cihên ku hatine armanckirin de baregeha Lîwaya 52yan a Heşda Tirkmenî jî heye.

Hinek rûpelên medyayî yên Îraqî îdia dikin ku hêzên Pêşmergeyan jî tevlî vê êrişê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst