Markayeke cîhanî ya xwarinê: Penîrê Wanê

14-06-2020
Nasir Elî
Li Wanê, penîrê sîrik ku bi 20 nebatên cuda tê çêkirin û xureka sereke ya taştê ye
Li Wanê, penîrê sîrik ku bi 20 nebatên cuda tê çêkirin û xureka sereke ya taştê ye
Nîşan Penîrê Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Penirê Wanê ji ber bîhn û tehma xwe ji penêrên din cuda ye û nav û dengê penirê wê parêzgehê Bakurê Kurdistanê li seranserê bajarên Tirkiyê û çend welatan jî belav bûye.

Penîrê Wanê bi şîrê mihan û punga beyanî, cetûrî, sîrik, mendik, heliz, siyabo yên wekî nebatên bi şifa tê zanîn tê çêkirin. Niha li bajarê Wanê ji bo penîrfiroşan bazareke taybet hate çêkirin ku pênirê wan zş xira nebe. Nêzîkî 60 dikander têde kar dikin.

Penîrfiroş Mîr Bahdin dibêje: “Me penîrê xwe ji Çildêranê aniye. Em penîrê xwe ji sire pez çêdikin. Pezê me li zozanan diçêrin, lewma berhemên sire pezê me gelek bi tendirust û xweş e.”

Penîrfiroş Hadî Wanî jî dibêje penîrê wan li gund û zozanên Wan û navçeyên wê têne berhemanîn û ew bi giyayên taybet ên herêmê weke sîrik, mendik, heliz, siyabo û çen cureyên din tê çêkirin.

Bi gotina Hadî Wanî, giyayên zozanan weke derman e, û pezê deverê jî wan giyayan dixwe, ji bo wê yekê penîrê wan xweş e, ew dibêje: “Ji Hewlêr û Duhokê jî tenê li vir penîr dikirin. Xelkê Başûrê Kurdistanê jî penîrê me diecibîne.”

Li Wanê, penîrê sîrik ku bi 20 nebatên cuda tê çêkirin û xureka sereke ya taştê ye.

Şefê xwaringeha taste Yunûs Geylanî jî da zanîn ku ji 300 salî zêdetir e ku penîrê sirîk li ser sifreyan e û got: “Penîrê me li tevahiya Tirkiyê bi nav û deng e. Giyayên têkelî penîr dikin hemû li zozanên Wanê di werza biharê de tenê berhevkirin. Em penîrê xwe biharê amade dikin û dixin di bin axê de. Piştî 6-8 mehan em ji bin axê derdixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst