Penîrê Wanê ku ji 20 gihayên cuda tê çêkirin taştêya cîhanê dixemilîne

05-08-2025
Omer Sonmez
Bazara Penîrfiroşan /Wêne û Vîdeo: Faruk Uysal - Rûdaw
Bazara Penîrfiroşan /Wêne û Vîdeo: Faruk Uysal - Rûdaw
Nîşan Wan Penîrê Wanê Bazara Penîrfiroşan
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Dema behsa Wanê tê kirin yekser taştêya wê ya ku li cîhanê bi nav û deng bûye tê bîra mirovan.

Berhemên xwezayî yên zozanên Wanê yên wekî penîrê bi sîrik, gûz, hingiv û teremasta wê taştêyê jî li bazara dîrokî ya penîrfiroşan a Wanê tê firotin.

Bazara Penîrfiroşan a Wanê dîroka wê digihîje beriya 100 salan. Li bazarê derdora 45 dikan hene.

Piraniya berhemên bazarê ji Zozanên Nordiz, Gorandeşt, Bêgirî û Şaxê tên çêkirin.

Ew berhemên xwemalî bi keda destên jinan bi rê û rêbazên berê û xwezayî tên çêkirin.

Geştyarên Îranî û yên ji Basûr û Rojhilatê Kurdistanê jî eleqeyeke mezin nîşanî bazarê didin.

Penîrê sîrik ê Wanê ku bi 20 gihayên cuda tê çêkirin di serî de welatên Ewropayê ji gelek welatan re tê şandin.

Penîrê Wanê di sala 2018an de wekî tehma Wanê hatibû tescîlkirin.

Serokê Komeleya Bazara Penîrfiroşan a Wanê Hasan Kayhan wiha behsa bazara penîrfiroşan kir:

"Li bazarê derdora 45 esnafên me hene. Hemû karên penîrê dikin. Bes karê penîrê na, ew berhemên Wanê jî difroşin. Rûn, mast û hingiv û tahîn û poxînê difroşin."

"Ji Îran û Kurdistanê jî mêvanên me tên"

Penîrfiroş Mihemed Ayik, “Penîrên me yên teze û yên kevn hene. Ji aliyê Îran û Kurdistanê jî mêvanên me tên.

Xelkê Kurdistanê zêdetir penîrê kevn û yên bêxwey dikire. Ew penîr 7-8 meh bin erdê de dimînin.”

Ev berhemên xwemalî ku bi keda destê jinan ve bi rê û rêbazên berê û xwezayî tên çêkirin, ji aliyê esnafên bazarê ve ji gundî û zozanvanan tê standin.

Ew berhem dûre li vê bazara cihê xwe digirin.

Geştyarên ji Îran, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî eleqeyeke mezin nîşanî bazarê didin û kelûpelên herêmî distînin û bi xwe re dibin.

Nazîmeya ku ji bo geştê ji Urmiyeyê hatiye Wanê wiha anî zimên:

“Em ji Urmiyê hatine ji bo bigerin. Em niha hatine sûkê. Em hatine penîr bikirin. Ev der pir xweş e.”

Geştyara Amedî Zînetê got, “Em jî ji Amedê hatine ji bo bigerin. Em ê jî penîrê sîrik bikirin.”

Enflasyon û bihabûna li tevahiya Tirkiyeyê bandora xwe dide ser bazara Penîrfiroşên Wanê jî.

Li gorî sala par nirxê hin berheman ji sedî 50 heta ji sedî 100 jî giran bûye.

"Her sal bihayê berhemên me diguhere"

Penîrfiroş Hakan Çakir bihabûna berheman wiha bi lêv kir:

"Gûzên Miksê hene, poxîn heye, alûçe heye. Her sal bihayê berhemên me diguhere.

Sala par me penîrê baş bi 300 lireyî dida lê niha bûye 500 lire. Pir zêde bûye.”

Kiryar Hecî Eyşeyê gazincên xwe yên ji bihabûnan wiha anî ziman:

“Ez ê penîr ji bo zarokan ji Îzmirê re bistînim. Ew ji min re hediye şandine, ez ê jî ji wan re hediye bistînim û bişînim.

Me berê bi xwe penîr çêdikir, pir xweş bû. Sala par me 150-170 lireyî dikirî niha dibêjin 300-400 heta 500 lireyî ma wiha dibe?”

"Bihayê penîr pir zêde bûye"

Kiryar Hecî Îsmaîl jî got, “Em ji Qerqeliyê hatine ji bo penîr bistînin.

Me sala kîloya penîr bi 150 lireyî stand, îsal bi 270 lireyî didin. Li gorî sala par bihayê penîr pir zêde bûye.”

Penîrê sîrik yê Wanê ku bi 20 gihayên cuda tê çêkirin ne tenê ji bo bajarên din ên Kurdan û bajarên Tirkiyeyê ji bo welatên cîhanê jî tên şandin.

Penîrê Wanê ku bi giha û nebaten bi şifa yên wekî "punga beyanî, catirî, sîrik, mendik, helîs, siyabo" tê çêkirin di sala 2018an de wekî tehma Wanê hatibû tescîlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst