Dayika Arîn Hebûnê ji Rûdawê re got: Keça min pir rûken e û her dem dikeniya

14-07-2025
Dewran Mehmûd
Nîşan Arîn Hebûn Arya Tokay Wesîle Tokay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayika Arîn Hebuna gerîlaya ku bi dîmenê xwe yê di dema şewitandina çekan de torên civakî hejand, got ku ew hêvîdar e pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve û keça wê vegere cem wan.

Wesîle Tokaya dayika Arînê her wiha got, ““Ew miroveke gelekî rûken e û her dem dikeniya.”

Roja înê, komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şikefta Caseneyê ya bajaroka Dukanê ya Silêmaniyê, di bin navê "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" de, çekên xwe şewitandin.

Tiştê ku bala medyayê kişand, gerîlaya bi navê Arîn Hebûn ango bi navê fermî Arya bû.

Ew bi danîna kalaşnîkofa xwe bû îkona wê merasîmê.

Xelkê li çar parçeyên Kurdistanê helbest li ser nivîsandin û stran jê re gotin.

Arîn xelka navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Wesîle Tokaya dayika Arînê, piştî 10 salan li ser ekrana televîzyonê keça xwe dît.

Di wê heyamê de carekê jî pê re neaxivîbû.

Dayika Arînê ji Rûdawê re got, “Dema cara ewil derket, min ew nas nekir. Piştî du-sê deqeyan ji derve telefon ji min re kirin û gotin keça te jî di nav wan de bû.’”

“Ez û bavê wê giriyan”

Wesîleyê da zanîn ku wê di destpêkê de bawer nekiriye ku ev keça wê be û got:

“Destpêkê min bawer nekir, min got çawa keça min piştî 10 salan di nav ew qas mirovan de ye, ti deng û behsa wê nebû, me nedizanî sax e yan nexweş e.

Ez û bavê wê (Rêzan) li ber giriyan.”

Tevî bîrîkirina xwe, Wesîle bi dîtina keça xwe ya ku di jiyanê de maye kêfxweş bû û êdî qet nebe dizane ku ew li çiyayên Qendîlê dimîne.

Arîn di dema çekdanînê de bi rûyekî xemgîn xuya dikir lê li gorî gotina dayika wê ev ne rûyê wê yê rastîn e.

Li ser vê yekê jî dayîka wê got, “Ew miroveke gelekî rûken e û her dem dikeniya.”

Arîn Hebûn sala 2000î ji dayîk bûye û di germiya şerê li dijî DAIŞê de tevlî refên PKKyê bûye.

Dayê Wesîleyê her wiha got, “Kesî ji me re negot ku keça we hatiye cem me yan jî bêje me ew biriye.

Lê piştî çend salan me bi xwe zanî.”

Wesîle dixwaze wêneyê keça xwe yê di vî temenî de bi dîwarê mala xwe ve daleqîne û dibêje ku ew bi berdewamî temaşeyî nûçeyan dike.

Ew jî wekî her dayikeke din a gerîlayan, hesreta vegera zaroka xwe dikişîne û behsa hêviya xwe kir û got:

“Ez tim ji xwe re dibêjim, gelo dê ev pêvajo bi ser bikeve û keça min vegere nava me û kula dilê me vemire? Em bawer nakin!”

“Keça me kêfxweşiya malê bû”

Dayik behsa wê yekê kir ku ji bilî Arîn, du kur û keçeke wê ya din hene.

Her wiha behsa xema çûyîna keça xwe kir ku di temenekî biçûk de çûye û got, “Keça me kêfxweşiya malê bû, me bawer nedikir ku ew qas zû biçe, ez bi xwe jî wê demê biçûk bûm.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst