Ji sala 1962an ve bi hezaran Kurdên Rojava bênasname mane

14-09-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Serjimêrî Rojavayê Kurdistanê Nasname Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 5ê Cotmeha 1962an li Cizîra Rojavayê Kurdistanê serjimêriyeke awarte çêbû, di wê serjimêriyê de bi hezaran Kurdên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji mafê hevwelatiyê bêpar man.

 

Beşek ji wan Kurdan bi navê "ecanib" anku "biyanî" hatin naskirin, ku navên wan li saziyên hikûmetê tomarkirî bûn, lê nasname ji wan hate standin û bênasname man. Beşek jî bi navê "mektûm" hatin naskirin, anku navê wan di tu qeyd û sicîlan de tune.

 

Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, bi dehên salan, tûşî gelek siyasetên zordest û sitemkar bûne. Hevterîpî plan û siyasetên hejarkirin, girtin, bêkarîkirin û erebkirinê, Kurdên li wê derê ji mafê hevwelatiyê jî hatin bêbehrkirin.

 

Rêxistina bi navê "Sûrî ne ji bo Rastî û Dadweriyê" di raporeke xwe de ragihandiye, ku bi dehan hezaran, ji Kurdên Sûriyê hêj bê regezname dijîn.

 

Ev rapor bi helkevta 56emîn Salvegera Serjimêriya Awarte li Parêzgeha Hesekê hate ragihandin. Di raporê de hatiye ku serjimêriya sala 1962yan jiyana Kurdên Sûriyê û nasnameya wan wêran kirin.

 

Rapor diyar dike ku heta destpêka sala 2011an, hejmara kesên bê regezname, ku bi navê "ecanib" anku "biyanî" têne naskirin, gihiştibû 346 hezar û 242 kesî.

 

Dawiya Gulana 2018an jî, hejmara kesên ku regeznameya Sûriyê wergirtine, gihiştibû 326 hezar û 489 kesî. Lê hêj 19 hezar û 753 kesî, ji Kurdên "ecanibên Hesekê", regezname wernegirtine.

 

Piştî encamdana xwepêşandanan, sala 2011an serokomarê Sûriyê fermana hejmar 49, di 7ê Nîsana 2011an de ragihand. Li gorî wê fermanê diviyabû hemû kesên ku li Hesekê weke "ecanib" hatine tomarkirin, regeznameyê werbigirin.

 

Lê kesên ku bi navê "mektûm" têne naskirin, ew jî yên ku bi ti awayî navên wan, li saziyên fermî yên nasnameyê nehatine tomarkirin, hejmara wan, li gorî heman raporê, heta destpêka sala 2011an, gihiştibû bêhtir ji 171 hezar û 300 kesî, ji wan jî 50 hezar û 400 kesî regezname wergirtin, lê bêhtir ji 41 hezar kesî rewşa wan weke xwe maye û hêj "mektûm" in.

 

5 hezar kes jî, rewşa wan a yasayî nehatiye sererastkirin, bi sedema ku dibe ew li derveyî Sûriyê bin.

 

Rojnameya "El-Sewre" ya fermî ya ser bi hikûmeta Sûriyê, roja 29ê Berfanbara 2011an hinek data û hejmar ragihandibûn, lê rapora rêxistina navborî, ew data û hejmar red kirin û diyar kir ku ew ji rastiyê dûr in.

 

Bi sedema proseya serjimêriyê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ziyanek gihiştiye beşekî mezin ji Kurdên wê derê û heta niha jî ew rewş çareser û yekalî nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst