Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ku wekî "Mektûm" (bê nasname) tên naskirin, hîn jî li ser axa xwe wekî biyanî dijîn û ji mafên herî sereke bêpar in.
Li nasnameya bê nasnamebûna xwe dinêre; "Mektûm" wekî ku tu bibêjî bê dev û diran e.
Ev navê wan hezaran Kurdan e ku hikûmetên Sûriyeyê bi dehsalan e nasname nedane wan.
"Ez nikarim karteke telefonê jî li ser navê xwe tomar bikim"
Rêber Yûsif yek ji wan welatiyên bê nasname ye.
Ew behsa zehmetiyên jiyana xwe dike û dibêje, "Em ji dibistanê bê par man.
Ez nikarim tiştekî bikim ser navê xwe, heta bi karteke telefonê jî. Xanî ne li ser navê min e."
Di serjimêriya sala 1962yan de hikûmeta Sûriyeyê nasname ji hinek Kurdan stand û navê beşeke din di regeznameya medenî de tomar nekir.
Di encamê de, li gorî amarên wê demê 120 hezar Kurd bê nasname man û wekî biyanî serederî bi wan re hat kirin.
Jiyaneke bê maf
Ew welatiyên ku wekî "Mektûm" tên naskirin, rastî gelek astengiyan tên:
- Nikarin bixwînin.
- Nikarin bibin karmendên dewletê.
- Nikarin tiştekî li ser navê xwe tomar bikin (xanî, otomobîl, hwd.).
- Nikarin bi rêya sînor û balafirgehan geştê bikin.
"Em dixwazin Peymana 10ê Adarê bê aktîvkirin"
Tora Medyayî ya Rûdawê ev mafê windayî yê beşek ji Kurdan ên di serdema hikûmeta Beasê de ji Wezîrê Dadê yê niha yê Sûriyeyê pirsî.
Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Mezher Elweyîs li ser mafên Kurdan wiha got:
"Mafê Kurdan li Sûriyeyê heye, li gorî îlana destûrî û em pabendî wê ne.
Em dixwazin Peymana 10ê Adarê bê aktîvkirin ji bo mafê hemû pêkhateyên Cizîrê."
Çareseriyeke giştî pêwîst e
Her çend di destpêka krîza Sûriyeyê de serokê berê Beşar Esed sala 2011an bi mersûmeke serokatiyê li vê mijarê mikur hatibe û nasname dabe beşek ji Kurdan jî lê pirsgirêk bi temamî çareser nebû.
Beşeke zêde ji ber ku ji aliyê hikûmetê ve dihatin xwestin yan jî ji ber leşkeriya neçar reviyabûn, nikaribûn serî li dam û dezgehên hikûmetê bidin.
Niha hejmarek ji mafnas û çalakvanên Kurd ji bo tomarkirina navê van kesan û daxwazkirina mafê wan destpêşxeriyek daye destpêkirin.
Çalakvan û mafnas Ebas Mûsa li ser mijarê dibêje:
"Dema ku mersûma 2011an derket, xelk li cem hikûmetê daxwazkirî bûn, lewma divê ev mijar wekî dosye ne wekî kesayetî bê yekalîkirin û çareserkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse