Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê bi navê Murat Aslan, piştî 30 salan îro ji Girtîgeha Jimare 1 a Dumluyê ya Erziromê hat berdan.
Aslan li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.
Murat Aslanê ku bi malbata xwe re çû Agiriyê, li ber deriyê bajêr ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Aslan di dema pêşwaziyê de axaftineke kurt kir.
Murat Aslan anî ziman ku tiştên ku jiyaye hêsan nebûne û got, “Ez di nav hestên gelekî mezin de me.
Hatina min a welatê min, dîtina malbata min û hevalên min ez kêfxweş kirim. Tekoşîna me tekoşîneke ku berdêlên mezin dixwaze ye.
Jixwe tekoşîn bi xwe berdêl e. Ya girîng ew e ku em ji niha û pê ve tekoşînê gelekî mezintir bikin.”
Aslan, piştî axaftina xwe kevokeke spî fîrand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse