Li Rojavayê Kurdistanê sala nû ya perwerdeyê dest pê kir

14-09-2025
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Perwerde Sala Nû Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dibistanên Rojavayê Kurdistanê deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin.

Li herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê sala perwerdeyê ya 2025-2026an dest pê kir.

Îsal 713 hezar û 554 xwendekar li 3 hezar û 647 dibistanan ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve tên perwerdekirin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, mamoste li ser rêbazên hînkirinê perwerde bûne.

Pergala perwerde û fêrkirinê ya herêmê xwe dispêre metaryalên ku hatine guhertin.

Materyalên bi 3 zimanên sereke (Kurdî, Erebî û Suryankî) tên dayîn.

Ev metaryal xweza û taybetiya her herêmê li ber çavan digirin û pirrengiya zimanî û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dikin û aliyên perwerdeyê hewl didin pirrengiya çandî û zimanî bi pêş bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst