Gever (Rûdaw) - Li gundê Kalanisê yê navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê nêzîkî 500 kesan dijîn û paşnavê hemûyan jî Bîlîcî ye.
Ev rewşa taybet carinan di karên fermî de dibe sedema tevliheviyê lê xelkê gund bi vê yekê kêfxweş in û dibêjin ew wekî malbatekê ne.
Gundê Kalanisê nêzîkî navçeya Geverê ya Colemêrgê ye. Li gund derdora 65 malbatan dijîn.
Hemû xelkê gund xizmên hev in û neviyên yek bapîrî ne. Ji ber vê yekê, ji mele heta mamosteyê gund, paşnavê her kesî Bîlîcî ye.
"Em hemû malbat in"
Muxtarê gund Melîh Bîlîcî vê rewşê wiha tîne zimên, “Ev der gundê Kalanis e. Em hemû li vî gundî xwedî heman paşnavî ne.
Em yek malbat in pismam, mam û birazayên hev in. Ti kesê biyanî di nav me de nîne. Em bi gotina mezinên xwe dikin û pêwendiyên me gelekî baş in.”
Xelkê gund jî ji vê yekê kêfxweş in. Keça bi navê Ronahî jî got, "Navê min Ronahî Bîlîcî ye. Em hemû li vî gundî mezin bûn û em malbateke mezin in.
Bapîrê min ev gund ava kiriye. Em hemû bi hev re ne û têkiliyên me gelekî baş in.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse