Hewlêr (Rûdaw) - Cendirmeyan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dest danî ser 4 hezar û 897 pereyên kevnar ên hesinî.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, ji aliyê Gerînendehiya Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qoserê ve li navçeyê operasyonek hatiye lidarxistin.
Di operasyonê de li otomobîla A.A. û S.T.yên ku dihat zanîn ji bo firotina sîkeyên dîrokî yên serdema Helenîstîk û Romayê li mişteriyan digerin lêgerîn hat kirin.
Di otomobîlê de 4 hezar û 897 sîke (pereyên kevnar ên hesinî) hatin dîtin û 2 gumanbar hatin desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse