Şandeyeke Yekîtiya Ewropayê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

14-11-2025
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yekîtiya Ewropayê Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meslehetguzarê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Jurgis Vilcinskas û şandeyeke pê re ya ku ji balyozên 16 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê pêk dihat çûn serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê serdanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Şandeya ku ji bo çend hevdîtinan çûbû Amedê, ji balyozên Fransa, Awisturya, Portugal, Belçîka, Îrlanda, Bulgaristan, Estonya, Yunanistan, Letonya, Lîtvanya, Luksemburg, Malta, Romanya, Slovakya, Slovenya û Swêdê pêk dihat.

Şande li ber deriyê protokolê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê Serra Bucak û Dogan Hatun ve hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê di hevdîtinê de li ser mijarên siyasî, civakî, çandî û aborî gotûbêj hatin kirin.

Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk jî di serdanê de amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst