Alparslan Bayraktar: Piştî Şirnexê dor a Amedê ye

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şirnex Petrol Amed Alparslan Bayraktar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê ragihand ku petrola Çiyayê Gabarê Şirnex kiriye parêzgeha ku herî zêde petrol lê tê hilberandin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar da zanîn ku piştî Şirnexê bi rêbaza nû ya hilberînê, dor a Amedê ye.

Alparslan Bayraktar li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.

Bayraktar di çarçoveya gotûbêjên budceya sala 2026an de li ser xebatên wezareta xwe agahî dan û bal kişand ser petrola xav a li Amedê.

Bayraktar bi bîr xist ku yedeka herî mezin a petrolê li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê hatiye dîtin û anî ziman:

"Îro li Gabarê hilberîna rojane 81 hezar bermîl derbas kiriye."

Wezîrê Enerjiyê diyar kir ku serkeftina li Çiyayê Gabarê ne tenê di warê rêjeya hilberînê de ye.

Di çarçoveya xebatên li qada petrolê de ji bo zêdetirî 3 hezar û 500 ciwanan derfeta kar hatiye afirandin ku piraniya wan xelkê Şirnexê ne.

Alparslan Bayraktar wiha axivî:

"Me sûdeke zêde di tayînkirina xelkê navçeyê de kir.

Ez bawer dikim ku bi wê projeya me li Gabarê bi cih anî, me mînakek nîşanî gelê xwe yê ezîz da ku Tirkiyeyeke Bêteror çendîn derfetên bêhempa bi xwe re tîne."

Alparslan Bayraktar derbarê xebatên lêgerîna petrolê yên li Amedê jî axivî û da zanîn:

"Di wan xebatên ku em li Amedê dimeşînin de, em bawer in ku yedekeke girîng a petrola latan heye ku dikare bi rêya sondajê were hilberandin.

Qada li Gabarê Şirnex kir parêzgeha ku herî zêde petrol lê tê derxistin bi vê rêbaza nû ya hilberînê, dor a Diyarbekirê ye."

Amarên Wezareta Enerjiyê

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê 28ê Hezîrana 2025an li ser malpera xwe ya fermî amar belav kiribûn.

Wezaretê ragihandibû ku di 5 mehên destpêka îsal de 41 milyon bermîl yedeka petrola xav li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye dîtin.

Hatibû diyarkirin ku 23,8 milyon bermîl petrol tenê li sînorê Amedê bûye.

Ev dike ji sedî 58ê tevahiya yedekên petrolê yên hatine dîtin.

Her wiha wezaretê dabû zanîn ku li Amedê 307 bîrên petrolê yên çalak hene.

Li wan bîran rojane 16 hezar û 400 bermîl petrol tê hilberandin.

Armanca wezaretê ew e ku heta dawiya salê vê hejmarê bigihînin rojane 20 hezar bermîlî.

Li gorî daxuyaniyê, heta niha 330 milyon bermîl yedeka petrolê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye dîtin.

Alparslan Bayraktar di dawiya axaftina xwe de got:

"Bi hemû van gavan re, em di petrolê de gihîştin asta herî bilind a hilberînê ya dîroka xwe.

Em li navxwe û derveyî welêt rojane bi giştî 180 hezar bermîl hildiberînin.

Bi vî awayî em her roj pêwîstiya sotemeniyê ya nêzîkî 7 milyon wesayîtan bi çavkaniyên xwe dabîn dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst