Bayraktar: Li Amedê dê li 4 qadan 24 bîrên petrolê bên kolan

29-10-2025
RÛDAW
Nîşan Alparslan Bayraktar Amed Petrol Meletî Sêwaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ew dê xebatên xwe yên li ser petrola kevirî yên li Amedê bidomînin û got, “Em difikirin ku ji bo gazê jî li Trakyayê heman rêbazê bi kar bînin.”

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar beşdarî weşana zindî ya Ulke TVyê bû û li ser mijarên enerjiyê yên di rojevê de axivî.

Bayraktar diyar kir ku dê di nava 30 salan de daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo enerjiyê 3 qat zêde bibe û ji bo ku bikaribin vê daxwazê bi cih bînin divê li rêbazên nû bigerin.

Wezîr Bayraktar her wiha da zanîn ku ew dê bi biryardarî lêgerînên gaza xwezayî yên navxweyî bidomînin.

Alparslan Bayraktar eşkere kir ku ew dê lêgerînên nû bidomînin û got:

“Derbarê petrola zinaran dê li Amedê li 4 qadan 24 bîr bên kolan. Em difikirin ku ji bo gazê jî li Trakyayê heman rêbazê bi kar bînin.”

“Îdiaya firotina elementên kêmpeyda ne rast e”

Wezîrê Enerjiyê îdiayên ku Tirkiye elementên kêmpeyda difiroşe Amerîkayê red kirin û got ku ev îdia ne rast in û wiha pê de çû:

“Peymana ku me li Amerîkayê îmze kiriye diyar e, peymaneke li ser nukleerê bû.

Eger me peymaneke li ser elementên kêmpeyda îmze kiriba, bawer bikin, hem wan û hem jî me dê ew yek eşkere bikira.”

Alparslan Bayraktar bi bîr xist ku Qada Beylîkovayê ya Eskîşehîrê di cîhanê de xwedî duyemîn rezerva herî mezin a elementên kêmpeyda ye û got:

“Qada Beylîkovayê, qadeke ku gelek sal berê ji aliyê MTAyê (Saziya Lêkolîn û Gêrana Madenan) ve ji bo toryûmê hatibû keşifkirin.

Li vê qadê toryûm heye. Ev qada toryûmê paşê di salên 1990î de derbasî Eti Madenê dibe ku ew jî şirketa dewleta me ye.

Eti Maden jî bi salan li vir 125 kîlometre bîran dikole. Di nava zêdetirî 10 salan de.”

“Li Meletî û Sêwazê jî rezervên elementên kêmpeyda hene”

Wezîr Bayraktar diyar kir ku qada elementên kêmpeyda ya li Beylîkovayê dê ji aliyê dewletê ve were birêvebirin û got:

“Armanca me ew e ku em sala bê bingeha tesîsa pîşesaziyê ya Beylîkovayê bavêjin û di nava 2 salan de tesîsê vekin.”

Bayraktar ragihand ku wan piştî vê keşfê sala 2020an bi avakirina tesîsa pîlot dest bi xebatên paqijkirinê kirine û wiha li pey çû:

“Ev xebat bi awayekî xurt didomin. Me sala 2023yan tesîsa pîlot a li vir vekir. Tesîs hat avakirin û dixebite.

Niha hilberîna me li tesîsa pîlot didome. Di qonaxa duyem de em dixebitin ku vê derê veguherînin tesîseke pîşesaziyê, yanî tesîseke mezin.

Niha qaşo pêşnûmayasayek hatiye pêşkêşkirin. Ji kîjan alî ve lê binêrî di destê mirov de dimîne.

Hinek mîneral du caran nivîsandine, hinekan nenivîsandine. Eti Maden, şirketeke ku ji sedî 100 a dewleta me ye.

Ji xwe yasayeke me ya heyî heye. Ev yasa dibêje, eger di madenekê de uranyum û toryûm hebe, ev der ji aliyê dewletê ve tê birêvebirin.

Ji ber vê yekê, ji ber ku li vê qadê toryûm heye, ev der dê ji aliyê dewletê ve were birêvebirin.

Li Ispartayê di qonaxa lêgerînê de xebat tên meşandin. Li Hekîmxana Meletiyê û li Sêwazê jî rezervên elementên kêmpeyda hene.”

Lêgerînên li derveyî welêt didomin

Bayraktar li ser xebatên lêgerîna petrol û gaza xwezayî yên Tirkiyeyê yên li derveyî welêt agahî dan û diyar kir ku ew hewl didin hevdîtinên girîng ên li Lîbyayê bi dawî bikin.

Alparslan Bayraktar wiha pê de çû:

“Li Azerbeycanê îsal me ji sedî 30 par ji qadên nû sitand. Li Qada Şafak-Asîmanê. Em bi Kazakistanê re gelekî eleqedar in, xebatên me li wir hene.

Li Pakistanê em bûn şirîkê qadeke deryayî, niha em ji bo îhaleyên nû amadekariyan dikin.

Em li wir li şirîkatiya qadên deryayî û bejahî dinêrin. Li Îraqê hilberîna rojane ya Tirkiyeyê tenê 15 hezar warîl e.

Divê ev 10-15 qatan zêdetir bibe. Li Besra, Kerkûk û Bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) xebatên Tirkiyeyê yên berfireh hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst