Hişyariya Rêveberiya Xweser: Şerekî nû dê welat wêran bike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê bangî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kir ku diyalog û çareseriyên siyasî esas bigire û hişyarî da ku "şerekî nû dê karesat be."

Rêveberiya Xweser derbarê êriş û aloziyên dawî yên li herêmê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de bangî civaka navneteweyî û hêzên ku li Sûriyeyê xwedî gotin in hat kirin da ku ji bo rêgirtina li ber şerekî nû gavên cidî biavêjin.

"Gefên mezin li ser aştiyê çêdike"

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew rageşiya ku komên çekdar ên hikûmeta femkî ya Sûriyeyê dimeşînin şermezar dikin û wiha pê de çû:

"Ev rageşî xeterî û gefên mezin li ser derfetên istiqrar û aştiyê yên li welat çêdike.

Em ji ber van nêzîkatiyan fikarên xwe yên mezin tînin ziman."

Rêveberiya Xweser bi bîr anî ku xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 15 salan e ji ber şer, wêranî û koçberiyê êşê dikişîne û got:

"Di demeke ku pêdiviya me bi lihevhatin û hevgirtinê heye, derxistina şerekî nû yê bê sedem, dê pêvajoya siyasî lawaz bike û bingehên aştiya navxweyî têk bibe."

"Serkeftî û binkeftiyên vî şerî tune ne"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê zimanê diyalogê li şûna zimanê gef û çekan serwer be û wiha hat gotin:

"Dê di vî şerî de serkeftî û binkeftî tune bin lê dê welat û gelê Sûriyeyê bedêlên vî şerî bidin.

Em bangê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dikin ku di biryarên xwe de berpirsyar be, diyalog û çareseriya siyasî ya dûrî zimanê şer û çekê esas bigire."

Rêveberiya Xweser ragihand ku ew amade ne li diyalogan vegerin û hemû pirsgirêkan çareser bikin da ku "dawî li herikîna xwîna Sûriyeyiyan were."

"Em li dijî rejîma Îranê ne"

Rêveberiya Xweser îdiayên derbarê têkiliyên bi Îranê re red kirin û helwesta xwe wiha eşkere kir:

"Di demên dawî de hin kanal û malperên îstîxbaratî agahiyên derew derbarê têkiliyên me yên bi Îranê re belav dikin.

Helwesta me li ser bûyerên ku li Îranê rû didin pir zelal e. Em li dijî rejîma Îranê ne ku rojane jin, ciwanên Kurd, Ereb, Belûç û Faris bi dar ve dike.

Em di wê baweriyê de ne ku pergala demokratîk vebijarka yekane ya rizgarkirina gelê Îranê ye."

Rêveberiya Xweser her wiha bangî civaka navneteweyî hat kir ku ji bo rêgirtina li ber şerekî nû helwesteke zelal nîşan bidin û piştgiriyê bidin pêvajoya siyasî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst