Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan ragihand ku hewl tê dayîn "Sûriye bê Kurd were hiştin."
Hatîmogullariyê bangî Tirkiye û raya giştî ya navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.
Tulay Hatimogullariyê behsa serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê kir.
Hatimogullariyê diyar kir ku aliyê ku agirbestê bin pê dike hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ye ku bi pêşengiya Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) hatiye avakirin û got, "Hewl tê dayîn ku Sûriye bê Kurd were hiştin."
"Aliyê ku agirbestê bin pê dike hêzên HTŞyê ne"
Hatimogullariyê destnîşan kir ku wan ji devê mixataban guhdarî kiriye û got:
"Me bixwe ji mixataban guhdarî kir ku aliyê agirbestê bin pê dike hêzên HTŞyê ne.
Ew dibêjin ku êrişên li Helebê komployeke navneteweyî û herêmî ne û armanca sereke jî 'destpêkirina şerê Kurd û Ereban' e.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ber vê yekê ji Dêrezor û Reqayê vekişiyan.
Naxwazin li welatekî ku ji şer westiyaye canjidestdanên zêdetir çêbibin.
Niha li bajarên Kurdan in. Dibêjin berdêla wê çi dibe bila bibe ew dê bajarên Kurdan heta dawiyê biparêzin."
"Divê Tirkiye rola aştiyê bilîze"
Hevseroka DEM Partiyê xwest ku Tirkiye piştgiriyê nede HTŞyê û wiha axivî:
"Em ji bo dirêjkirina agirbestê erênî difikirin û dixwazin her kes li gorî vê peymanê tevbigere.
Birêvebiriya Rojavayê ji me re got divê kes piştgiriyê nede şerê ku HTŞyê li dijî Kurdan daye destpêkirin.
Eger armanca wan ew be ku Sûriyeyê bê Kurd bihêlin, her kes di nava şaşiyeke mezin de ye.
Dibêjin divê Tirkiye ne di warê leşkerî, ne di warê îstixbaratî û ne jî di warê lojîstîkî de piştgiriyê nede HTŞyê.
Divê Tirkiye rola aştiyê bilîze. Bangek jî ji bo welatên garantor heye.
Divê erkên xwe bi cih bînin û ji bo rakirina dorpêça li ser Bakurê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) hewl bidin."
"Dorpêça li ser Kobaniyê"
Tulay Hatimogullariyê bal kişand ser rewşa mirovî ya li Kobaniyê û wiha pê de çû:
"Li Kobaniyê piştî ku HSD ji Reqayê vekişiya elektrîka ku ji aliyê Bendava Tişrînê ve dihat qut bû. Înternet qut bû, av qut bû.
Ev karesateke mezin a mirovî ye. Birêvebiriyeke ku vê yekê li welatiyê xwe rewa dibîne, dê çawa Sûriyeyê bi rê ve bibe?
Divê dorpêça leşkerî û mirovî ya li ser Kobaniyê were rakirin. Xelk di rewşeke amadebaşiyê de ye.
Jin her tim li Rojavayê pêşengiya têkoşînê dikin. Birêvebiriya HTŞyê tehemula kezî û porê jinan nake."
Hatimogullariyê destnîşan kir ku "Sûriyeyeke bê Kurd tê hedefkirin" û got, "Dixwazin miriyan bikujin, yên nehatine kuştin jî bidin koçberkirin. Em xelkê Rojava bi tenê nahêlin."
Bakirhan: Kurd naxwazin bê statu bijîn
Piştî Hatimogullariyê Tuncer Bakirhan axivî û bangî Tirkiye û raya giştî ya navneteweyî kir.
Bakirhan got, "Kurd naxwazin sedsaleke din bê statu û bê ziman bijîn" û wiha pê de çû:
"Me bi zelalî nîşan da bê kî şer û pevçûnan dixwaze. Kurd li hemberî kuştina hevsojên xwe yên li Sûriyeyê çi bikin?
Divê ev bertek rast werin fêmkirin. Agirbest tenê wekî 'Bila Kurd guleyan neteqînin' tê fêmkirin. Em dizanin kî van êrişan teşwîq dike.
Divê ava ku hatiye qutkirin were berdan. Sotemenî tune. Îro 4 zarok ji sermayan mirin.
Divê raya giştî ya navneteweyî êdî bibîne bê çi tê serê vî gelê ku li hemberî DAIŞê canê xwe daye.
Li Reqaya ku HSD jê vekişiyaye ala DAIŞê tê daliqandin. Hikûmeteke ku bi DAIŞê re têbikoşe tune.
Tenê bi hebûna Kurdan re têkoşînê dikin. Di serî de Tirkiye, em bang li hêzên demokratîk ên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin Rojava."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse