Hewlêr (Rûdaw) - Zimanzan Samî Tan ji bo dersên bijarte yên Kurdî bangî Rihayiyan kir û got, "Em dikarin hebûna xwe bi zimanê xwe biparêzin."
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo dersên bijarte yên pola 5-6-7 û 8an ku 17ê Sibatê bi dawî dibe tenê 3 roj mane.
Xebatên sazî, komele û kesayetiyan ên ji bo dersên bijarte yên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) berdewam in.
Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tan ji bo dersên bijarte yên Kurdî bi rêya Rûdawê bangî gelê Rihayê kir.
"Em hebûna xwe dikarin bi ziman û çanda xwe biparêzin"
Tan dibêje, Kurd tenê dikarin hebûna xwe bi ziman û çanda xwe biparêzin û divê malbat bo zarokên xwe dersên Kurmancî û Kirmanckî hilbijêrin û wiha pê de çû:
"Zimanê me hebûna me ye. Em hebûna xwe dikarin bi ziman û çanda xwe biparêzin."
Ji bo vê yekê jî divê em zimanê xwe di her qadê de bi kar bînin, bi taybetî jî zarokên xwe bi vî zimanî, bi çanda Kurdî, bi rabûn û rûniştina Kurdî mezin bikin, fêr bikin û perwerde bikin.
Ji bo vê yekê jî banga min ji bo hemû gelê me yê Kurd ê li Rihayê dijî ev e ku li zimanê xwe xwedî derkeve, piştgiriya saziyên ku ji bo ziman dixebitin bike, alîkariya wan bike, tevî xebatan bibe, bi bîr û baweriyeke xurt têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî berz û bilind bike."
Dersên Kurdî
Li dibistanên fermi yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava dersên bijarte de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
Li Tirkiyeyê mafê hilbijartina dersa Kurdî sala 2012an di bin sernavê 'Ziman û Zaravayên Zindî' de dest pê kir.
Li gorî vê guherînê, eger li dibistaneke ku 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin divê dewlet mamosteyekî erkdar bike.
Lê li gelek dibistanan bi hinceta hejmara xwendekarên ku dersên bijarte dixwazin nagihe 10 kesan dersên Kurdî nayên dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse