Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê di serê vê mehê li nav baxçeyekî zêdetirî 2 hezar darên fêkiya ji aliyê kesên nenas ve hatin birîn û xwediyê baxçe neçar ma.
Li beravên gundê Gezne ya nêzîkî parêzgeha Sinê zêdetirî 2 hezar darên fêkiyên ku 8 sal barê hatibûn danîn ji aliyê hinek kesên nenas ve hatin birrîn û ev yek jî jîngehparêzên heremî û çalakvanên sivîl bihêrs kir.
Xwediyê baxçe Murad Zarayî yê 51 salî, ji Rûdaw behsa fedakariya xwe ya ji bo bidestxistina baçeyê ku dar lê çandiye kir.
Murad Zarayî got “Min ev erd 11 sal berê ji rêveberiya çandiniya ya Sinê stend. Berê ev herêm çol bû. Min xaniyê xwe yê li gundewarê Sinê û otomobîla xwe firot da ku ez li vî baxçeyî veberhênanê bikim. "
Zarayî dibêje “Min wekî zarokên xwe ji her darê hez dikir û bi şev û roj min li wan dinihart.”
Zarayi û malbata wî ji bo kirîna hin tiştan diçin Sinê, lê dema ku ew vegeriyan malê ew matmayî man ku dîtin ku 2300 dar hatine birîn û boriya ava baxçeyê xera bûye.
Zarayî li ser vê yekê wiha got “ ji bo kirîna hinek tiştan ez bi zarokên xwe re çûm bajêr û vegeriyam. Min ji dûrî ve dît ku dar qelibîne. Di serî de min digot qey ji ber bayê ye lê dema ku ez bûm min dît ku hatine birrîn. Min hişê xwe winda kir. Min her darek bi destê xwe danî. Bi tu kesî re tu pirsgirêka min tunebû û ez nizanim kî bûye sedema vê karesatê.”
Zarayî bavê sê zaroka ye û di heman demê de piştî ku zavê wî dimre 2 neviyên xwe jî xwedî dike. Ew di sala1980an de dema şerê Îran-Îraq ê de ji êrişek kîmyewî sax xelas bûye.
Heta niha di derbarê birrîna daran de polîsan hê tu kesî ne girtine lê li gelek kesan lêpirsîn kirine.
Li seranserê Kurdistanê bêdarkirin puirsgirêkeke mezin e. Gelek caran dar bi awayekî neyasayî têne birîn da ku bo komirê tên hilberandin an jî ji ber topbaran, êrişên esmanî û li peymayînên seyranan tên şewitandin.
Ji ber birîna daran Zarayi di van rojên dawî de tiştek nexwariye. Di şûna wî de, ew cixare dikişîne û di nav tiştê ku ji daran maye de bi dilek giran digere.
Cîranên wî ditirsin ku baxçeyên wan jî bibe xwedan heman qederê.
Cîranê Zarayî, Ahmed Saadî yî 45 salî dibêje “Ji 10 salan zêdetir e ez cîranê Murad im. Tiştê ku min ji wî dîtî kiryarên baş bûne. Bi tu kesî re tu pirsgirêkeke wî tunebû. Ev yek metirsiyê dike ser baxçeyên din jî. Ez bang li meqamên têkildar dikim ku kiryaran bibînin û wan eşkere bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse