Mînîbusa ku koçber dersînor dikirin qulibî: Miriyek, 22 birîndar

15-05-2025
Nîşan Mereş Qeza Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê Mînûbusa ku koçber dersînor dikirin wergeriya.

Di vê qezayê de kesek mir û 22 kes birîndar bûn ku 6 ji wan cendirme ne.

Li gorî agahiyan, mînîbusa bi plakaya 05 ADA 233 a ku koçberên qaçax dibirin Şirnexa Bakurê Kurdistanê li ser rêya Goksûn û Qeyseriyê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.

Hat zanîn ku Ebdula Mahîr Silêmanê ji Efxanistanê li cihê bûyerê miriye.

Di vê qezayê de 22 kes jî birîndar bûne ku 6 ji wan cendirme ne.

Birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên li Goksûn, Afşîn û Albistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst