Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez dibêje, PKKyê peywira xwe bi cih aniye, êdî dor a desthilatê ye û divê desthilat gavên şênber biavêje.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir ku bi danezana kongreya PKKyê re deriyê aştiyê vebûye û got, "Hemû dezgeh li bendê ne ku dewlet gavên demokratîk biavêje."
Îrmez da zanîn ku PKKyê peywira xwe bi cih aniye û dor hatiye ser desthilatê û got, "Gel dibêje, Abdullah Ocalan 27ê Sibatê bang li PKKyê kir da ku çekan deyne û kongreya xwe pêk bîne.
PKKyê jî bangawaziya Abdullah Ocalan erênî dît û biryara wî bi cih anî û li gorî wê jî hareket kir."
Zekî Îrmez bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê bersiv da pirsên pêşkeşkara Rûdawê Sîma Abxizirê.
"AK Partî û MHP divê bilez gavan biavêjin"
Parlamenterê Şirnexê anî zimên ku divê MHP û AK Partî gavên bilez biavêjin û wiha domand:
"Divê MHP û AK Partî bilez gavan biavêjin da ku di nava xelkê de bawerî çêbibe, da ku krîz dernekevin.
Em jî li bendê ne ku ew hin gavan biavêjin.
Ji ber ku ev pêvajoya aştiyê erênî diçe ji bo ku aştî li vê axê bi cih bibe, dan û standinên me bi gelê me re berdewam dikin û bi awayekî şefaf vê meseleyê ji gelê xwe re dibêjin.”
"Divê şert û mercên Ocalan bên başkirin"
Îrmez amaje bi rewşa Abdullah Ocalan kir û got:
"Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin da ku kar û xebatên aştiyê bi pêş bixe.
Mixatabê vê meseleyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan e, dewlet jî wisa bi nav dike û dibêjin madem damezrînerê vê rêxistibê Abdullah Ocalan e, divê şert û mercên wî werin rastkirin.
Bi hezaran girtiyên nexweş hene, girtiyên ku 30 sal in di girtîgehan de ne hene.
Girtiyên siyasî yên ji ber PKKyê hatine girtin jî divê bên berdan, guherînên yasayî bên kirin û ew li parlamentoyê bên pesendkirin.
Muhîm sazî û dezgehên demokrasiyê û rêxistinên sivîl ji bo pêvajoyê amade ne. Pêwîst e, MHP û AK Partî jî amade bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse