Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku pêvajo ne xitimiye û got, “Niha rewşa em tê de ne nîşan dide ku aliyên pêvajoyê di rîtma xwe de pêş ve diçe.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda partiya xwe derbarê mijarên di rojevê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Doganê li ser pêvajoya ku bi PKKyê re hatiye destpêkirin anî ziman ku rewş nîşan dide pêvajo li gorî rîtma xwe bi pêş dikeve û niha ti xitmandin û krîz nîne.
Her wiha Doganê amaje bi avakirina komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê daye û careke din bangê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş kir ku dest bi kar û xebatê bike.
Li gel vê yekê Doganê got hemû pêşniyarên wan ên ji bo şêwaza karkirina komîsyonê û pêşnûmeya wan a di vê mijarê de amade ye.
"Dubarekirin nayê wateya ku tiştên nû çênabin"
Dogan derbarê pêvajoyê de jî got, "Ji bo pêvajo bi awayekî zelal bi pêş ve biçe, wekî DEM Partî em bi hestyarî kar dikin.
Li qadê pirsa herî zêde ji me tê kirin ev e û dibêjin `Ji niha û pê ve dê çi bibe?` Dubarekirin nayê wateya ku tiştên nû çênabin an jî tiştek nayê kirin.
Niha rewşa em tê de ne nîşan dide ku aliyên pêvajoyê di rîtma xwe de pêş ve diçin. Xitmandinek an krîzek nîne.
Ji ber ku rawestînek an jî gavên pratîk nayên dîtin wiha tê famkirin ku krîzek an jî xitmandinek heye."
Ev di demekê de ye ku şerê navbera Îran û Îsraîlê berdewam e û hemû alî amaje bi yekîtî û demokratîkbûna Tirkiyeyê didin û ji bo vê yekê jî serkeftina pêvajoyê wek derfet dinirxînin.
Lê heta niha ji ber gaveke pratîk nebûye, raya giştî ji pêvajoyê ne bi hêvî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse