Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari piştî daxuyaniya PKKyê ya derbarê vekişîna gerîlayan a ji “Tirkiyeyê” civîneke çapemeniyê li dar xist.
Bakirhan got, “Ev biryara vekişînê, îradeya herî bi biryar a li ser rêya aştiyê ye. Banga herî xurt a ji bo serdemeke nû ye.
Em tenê dikarin bi muzakereyeke demokratîk pêla xetereyê ya ku berê xwe daye Tirkiye û herêmê derbas bikin.
Rêya vê jî bicihanîna yasayên hiqûqa veguhêz û entegrasyona demokratîk e."
PKKyê di daxuyaniya xwe ya doh de ragihandibû ku wan biryar daye ji Tirkiyeyê vekişin.
Li ser vê yekê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan derbarê pêşhatên dawî yên pêvajoyê û hêviyên xwe yên ji hikûmetê daxuyanî dan.
Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew di kêliyekê de ne ku dikare herikîna dîroka Tirkiyeyê biguherîne û got:
“Ev kêlî bi keda her kesê ku li gel demokrasî û jiyanê ye, pêk hat.
Em bi hêviyên mezin gihîştine qonaxeke krîtîk a meşeke dirêj. Her bihosteke axa Tirkiyeyê berdêlên mezin dan.
Ez di şexsê Sirri Sureyya Onder ê ku me di demên dawî de winda kir de, hemû hevrêyên xwe yên ku me di rêya aştiyê de winda kirine bi bîr tînim.
Ez hemû hevalên me yên di girtîgehan de bi rêzdarî silav dikim.”
Bakirhan qonaxên pêvajoyê bi bîr anî û wiha pê de çû:
“Doh bipêşketineke dîrokî çêbû. Helbet em di yek gavê de negihîştin vê qonaxê. Ka em li mehên li pey xwe vegerin û binêrin.
1ê Çiriya Pêşîn a 2024an Birêz Bahçelî destê xwe yê ku qaliban dişkand dirêj kir, paşê 27ê Sibatê hat.
Dengê ku ji Îmraliyê hat, seyr û rêya pevçûnê guherand. Banga Birêz Ocalan ne tenê bangawaziyek bû, xaleke werçerxanê bû.
PKKyê kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê da, çek hatin şewitandin; ruhê agir û hesinî tev li axê bû. Êdî hat gotin bila siyaset biaxive.
1ê Çiriya Pêşîn a 2025an destên Birêz Erdogan û yên me li hev ketin û ev yek baweriya bi îradeya aştiyê nû kir.
Di dawiyê de, me doh şahidiya yek ji gavên herî krîtîk û watedar kir.
PKKya ku biryara fesixkirinê dabû, bi ragihandina vekişandina hêzên xwe yên çekdar, diyar kir ku ew li gel aştiyê ye.
Ev gav, gaveke ku derfetê dide çareseriyê ye. Ev biryara vekişînê, îradeya herî bi biryar a li ser rêya aştiyê ye. Banga herî xurt a ji bo serdemeke nû ye.”
"Ev ne tenê vekişîn e, gaveke ber bi paşerojê ve ye"
Bakirhan diyar kir ku divê êdî di pêvajoyê de derbasî qonaxeke nû bibin ku gavên hiqûqî bên avêtin û wiha berdewam kir:
"Biryara doh delîla herî xurt a vê îradeyê ye. Ev ne tenê vekişîn e, gaveke ber bi paşerojê ve ye.
Gava bidestxistina paşerojê ye. Di vê xalê de, qonaxa yekem a pêvajoyê bi dawî bûye. Bi temambûna vekişînê re rûpeleke nû vebûye.
Niha dema wê ye ku em bêyî ku li benda çareseriyê ji cihekî din bin, çîroka xwe binivîsin.
Dema derbasbûna qonaxa duyemîn e ku qonaxeke gelekî krîtîk û jiyanî ye.
Yanî bi gavên hiqûqî û siyasî dema derbasbûna aştiya civakî ye. Ev qonax çiqasî zor be jî ew qasî watedar e, ev aştiya tevahiya Tirkiyeyê ye.
Pêvajo divê bi yasa û mafan bi pêş bikeve. Divê zimanê siyaset û demokrasiyê bê xurtkirin.
Divê edalet bibe bingeha paşerojê. Birêz Ocalan vîzyoneke bi biryar a mezin nîşan daye.
Her tim helwesteke li gel çareseriya siyasî nîşan daye. Pêşbînî û israra Ocalan diyarker e.
Ji ber vê yekê divê rê bên vekirin û derfet bên dayîn da ku ew bikaribe zêdetir înîsiyatîvê wergire.
Divê diyalog û dan û standin hebe. Divê şert û mercên xebata azad bên avakirin.”
"Divê parlamento vê pêvajoyê hêsantir bike"
“Divê TBMM (Parlamentoya Tirkiyeyê) di vê pêvajoya dîrokî de li gorî berpirsyariya xwe tevbigere.
Biryarên ku di bin sîwana Parlamentoyê de bên girtin, dê di pirtûkên dîrokê de bên xwendin.
Divê Parlamento vê pêvajoyê hêsantir bike. Ev dê bibin kevirên bingehîn ên aştiyê. Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîst in.
Eger Tirkiye demokratîk bibe dê her kes bi ser bikeve, em hemû dê bi ser bikevin.
Di vê pêvajoyê de ne tenê aliyek, dewlet, sîstema darazê, her kes berpirsyar e.
Divê her kes li gorî îradeya aştiyê tevbigere. Divê dev ji gotinên neyînî yên rabirdûyê berde.”
"Bila medya bibe pirek ji bo aştiyê"
Ji bo ku bipêşketinên ku doh biqewimin û hêviyê bidin 86 milyonan bi awayekî saxlem bi pêş ve biçin, berpirsiyariyên dîrokî dikevin ser milê medyayê jî.
Divê medya bibe pirek ji bo aştiyê, li şûna weşanên cudaker divê têgihiştineke weşangeriya giştgir bê tercîhkirin. Wêrankerê vê pêvajoyê nîne.
Em tenê dikarin bi muzakereyeke demokratîk pêla xetereyê ya ku berê xwe daye Tirkiye û herêmê derbas bikin.
Rêya vê jî bicihanîna yasayên hiqûqa veguhêz û entegrasyona demokratîk e. Dibe ku ev pêvajo bê sabotekirin.
Dibe ku senaryoyên tirsê bên hilberandin lê em dê bi biryar bisekinin. Em dê rêya xwe ya aştiyê bidomînin."
"Yek ji têgehên sereke yên vê serdemê entegrasyona demokratîk e"
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî daxuyaniya doh a PKKyê bi gotinên, “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em derbasî qonaxeke ku çek bêdeng bûne û pevçûn bi dawî bûne bûn. Yek ji têgehên sereke yên vê serdemê entegrasyona demokratîk e” nirxand.
Hatîmogullariyê her wiha got, “Divê ez careke din tekez bikim ku civak heviyên xwe û daxwazên xwe ji desthilata cîbicîkar û Parlamentoya ku xwedî îradeya yasadanînê ye, hene.
Divê êdî dengê civakê bê bihîstin. Wêrankerê aştiyê nîne. Werin em bi hev re têbikoşin û serkeftina hemû gelên Tirkiyeyê misoger bikin.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) doh ragihand, ji bo ku “pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bigihînin qonaxa duyemîn, “hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse