Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara PKKyê ya çekdanîn û xwefesixkirinê jî Tirkiyeyê dev ji bombarankirina bargehên PKKyê yên li Herêma Kurdistanê bernedaye.
Endamê Rêxistina Tîma Aştiyê ya Kurdistan-Îraqê ya Amerîkayê (CPT) Kameran Usman ji Rûdawê re got, "Piştî biryara PKKyê Tirkiyeyê 8 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye."
12ê Gulanê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku di navbera rojên 5-7ê heman mehê de kongreya 12an li dar xistiye û biryara çekdanîn û xwefesixkirinê daye.
Her çiqas rayedarên bilind ên Tirkiyeyê biryara PKKyê pêşwazî kiribin jî lê li gorî amarên rêxistina CPTyê êrişên Tirkiyeyê li nav xaka Herêma Kurdistanê li dijî PKKyê bi dawî nebûne.
"Sînorên Garê û Metînayê 8 caran hat bombebarankirin”
Kameran Usman, ji Rûdawê re got: "Piştî biryara PKKyê, Tirkiyeyê 8 caran her du sînorên çiyayên Garê Metînayê yên Dihokê bombebaran kiriye."
Rêxistina CPTyê bi awayekî meydanî êrişên Îran û Tirkiyeyê yên li nav Herêma Kurdistanê dişopîne.
Endamê CPTyê dibêje, "Ji bilî bombebaranê, heta îro jî bi berdewamî dronên Tirkiyeyê li asîmanê gundên binê Qendîlê, Xwakurk û Xinêreyê digerin."
Li gorî amarên CPTyê Artêşa Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve zêdetir ji 500 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye ku piraniya wan li sînorê parêzgeha Dihokê bûne.
Her wiha bi rêzê êriş li Hewlêr û Silêmaniyê jî hatine kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse