Hevpeymaniya Ked û Azadiyê: Em di hilbijartinan de negihiştin armanca xwe

15-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Hevpeymaniya Ked û Azadiyê Hilbijartin YSP HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ragihand ku wan di hilbijartinan de encama dixwestin bidest nexistine û dibêje: “Di proseya niha û şûn de dê mekanîzmayên rexnekirin û rexnedayînê bên çalakirin. Ji bo ev serdem bi hemû aliyên xwe ve bê nirxandin, nîqaşkirin û encamên pêdivî bên bidestxistin, divê her pêkhateyeke hevpeymaniyê muhasebeyeke hilbijartinan bike.”

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serkêşiya wê dike, piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên parlamento û serokkomariya Tirkiyê, roja Çarşemê 14ê Hezîrana 2023an bi armanca nirxandina encamên hilbijartinan û tabloya piştî hilbijartinan derketiye holê bo cara yekem civiya. Civîn demjimêr 10.30an li navenda Giştî ya HDPê ya Enqerê hat kirin.

Nûner, hevserok û hevberdevkên, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Çepên Kesk (YSP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF) beşdarî civînê bûn ku aliyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ne.

Proseya hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê û hevpeymaniyê, tabloya piştî hilbijartinan çêbûye û nexşerêya derbarê serdemên pêş ên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de mijarên sereke bûn ku di vê civînê gotûbêj li ser hatin kirin.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê piştî civînê daxuyaniyeke belav kir û got: “Bi wê berpirsyariya li hember kedkaran û gelê me ku sedema hebûna hevpeymaniya me ne, me nirxandinên xwe yên derbarê proseya hilbijartinan û encamên hilbijartinan de kirin. Her pêkhateyeke Hevpeymaniya Ked û Azadiyê nirxandinên xwe kirin. Me wek Hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi dilekî vekirî anî ziman ku me di hilbijartinan de ew encamên me armanc dikirin  bidest nexsitine.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku dê di proseya ji niha û şûn de mekanîzmayên rexnekirin û rexnedayînê di nav Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de bên çalakkirin û hatiye gotin: “Ji bo ev serdem (hilbijartin) bi hemû aliyên xwe ve bê nirxandin, nîqaşkirin û encamên pêdivî bên bidestxistin, hatiye destnîşankirin ku  divê her pêkhateyeke hevpeymaniyê muhasebeyeke hilbijartinan bike.”

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê herî dawî di daxuyaniya xwe de dibêje: "Me di civîna xwe de careke din bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevbeş a civakî û li ser vê mijarê îrdayeke bihêztir derket holê. Li ser vê bingehê em wek Hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi awayek bihêz tekez dikin ku têkoşîna hevbeş a gelan û bindestdan bi qîmet e." 

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê hevpeymaniyeke siyasî ye û 25ê Tebaxa 2022an bi pêşengiya HDPê bo hevahengiya hilbijartinên giştî yên 14ê Gulana 2023an hatibû avakirin.

Ji bilî Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) hemû aliyên nav hevpeymaniyê bo hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulanê ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinan bûn û bi ji sedî 8.8ê dengan 62 kursî li Parlamentoya Tirkiyê misoger kirin.

TÎP jî ku ji derveyî hevpeymaniyê bi nav û logoya xwe beşdarî hilbijartinan bû ji sedî 1.73ê dengan bidest xist û 4 kursî li Parlamentoya Tirkiyê misoger kirin. Di hilbijartinên 14ê Gulanê de HDPê bi stratejiya xwe ya hevpeymaniyan derdora ji sedî 3ê dengên xwe ji dest dan.

Ji ber di hilbijartinên 2018an de bi ji sedî 11.7ê dengan 67 parlemnter şandibûn Parlamentoyê. Ev pêngava HDPê û bi taybetî hevpeymaniya ligel çepên Tirkiyê piştî hilbijartinan di nav dengderên Kurd ên HDPê û beşek ji berpirsên wê de jî bûbû sedema karvedanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst