Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê Kapikoyê yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji şer direvin.
Piştî êrişên Îsraîlê yên li Îranê û girtina qada asmanî, rojane bi sedan welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê Deriyê Sînorî yê Kapikoy e li parêzgeha Wanê ji bo rev û dûrketina ji şer û aloziyan bi kar tînin.
Ji ber vê rewşê li termînala Wanê jî qerebalixiyeke zêde çêbûye.
"Xelk ji ber şer direve"
Berpirsekî kompanyayeke otobusan a Wanê li ser hatina welatiyan got:
"Sînor niha vekirî ye. Îro 28 wesayitên me hatin. Hatin gelekî zêde ye. Wekî tê zanîn şer heye.
Bi asayî di rojekê de 7-8 otobûs dihatin lê niha tenê danê sibehê 28 wesayit hatine.
Xelk ji ber şer direve. Heta êvarê dibe ku ev hejmar bigihe 200 wesayîtan."
Rêwiyên Îranê, Wan ji bo xwegihandina bajarên mezin ên Tirkiyeyê yan jî Ewropayê wekî xaleke derbasbûnê dibînin.
Çîroka her yek ji wan trajediyek e cuda ye.
"4ê sibehê balafira min hebû, Tehran hat bombebarankirin"
Welatiyekî Îranî ku ji ber girtina qada asmanî asê maye wiha got:
"Armanca min Swêd e. Bi rastî demjimêr çarê sibehê balafira min hebû min hebû.
Di heman demjimêrê de Tehran û çend bajarên din hatin bombebarankirin.
Ji ber vê yekê, ez ji firokexaneyê vegeriyam û neçar mam bi taksiyê 20 demjimêran rê biçim heta sînorê bakurê Îranê.
Ji wî sînorî jî ez derbasî vê derê bûm. Niha jî divê ez biçim Stenbolê ku ew jî dê 24 demjimêrên din biajo."
Ji ber zêdebûna daxwazê, bilêtên balafiran û otobusên ku ji Wanê ber bi bajarên rojava yên Tirkiyeyê ve diçin jî gelekî kêm bi dest dikevin.
Bi hezaran kes di rewşeke ne diyar de li benda çarenivîsa welatê xwe ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse