Du berpirsên payebilind ên Îranê li Şamê hatin kuştin

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, di êrişa li Şamê de 4 endamên wan ku bi navê “Şêwirmendê leşkerî yê Komara Îslamî” bi nav kiriye û hejmarek leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê, Îsraîl wek berpirsyarê êrişê destnîşan kir û diyar kir ku êriş bi balafirê hatiye kirin.

Supaya Pasdaran a Îranê anî ziman ku dê zanyariyên zêdetir belav bikin.

Kanala Telegramê ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Cîgirê Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a karûbarên ewlehiyê Hac Sadiq Omîdzade û cîgirê wî Hac Xulam Muherem di êrişê de hatine kuştin.

Medyaya fermî ya Îranê ragihandibû ku 2 fermandarên payebilind ên Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê di encama êrişeke Îsraîlê li Şama paytexta Sûriyeyê de hatine kuştin.

Medyaya dewleta Sûriyeyê ragihandibû ku avahiyeke niştecihbûnê ya li taxa Mezehê di encama êrişeke esmanî ya Îsraîlê de hatiye bombebarankirin.

Çavkaniyeke Sûriyeyî ji ajansa Reutersê re ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser avahiyê de fermandarekî Supaya Pasdaran a Îranê hatiye kuştin û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyê bi ajansê re parve kirine, avahiya ku di êrişê de hatiye hedefgirtin ji aliyê 'şêwirmendên Îranî yên ku piştgiriya Hikûmeta Sûriyeyê dikin' dihat bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst