Şerê Îran û Îsraîlê bandor li Wanê kir: 'Cihê ku şer lê hebe mirov kêfê nakin'

20-06-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Şerê Îran û Îsraîlê bandor li Wanê kir / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Şerê Îran û Îsraîlê bandor li Wanê kir / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Wan Îran Îsraîl Şer
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Bajarê Wanê par ji 700 hezar geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê re mazûvanî kiribû.

Piştî ku şerê Îran û Îsraîlê dest pê kir, geştyariya Wanê derbeyeke mezin xwar.

Geştyarî ji sedî 90 sekinî û otêlên Wanê ji sedî 75 vala ne.

Bi destpêkirina şerê Îran û Îsraîlê re çavê her kesî li deriyên ser sînoran e.

Her çi qas ji ber şer li Îranê seferên balafiran rawestiyabin jî li Deriyê Sînorî yê Heretêlê ya Wanê hatina xelkê ji berê kêmtir bûye.

Rewşa awarte ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji niha de bandoreke xirab li aboriya Wanê kiriye.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva li ser rewşê anî ziman:

“Par 30 milyon dolar hinardeya me ji bo Îranê hebû.

Bi qasî 60 milyon dolar jî hawirdeya me hebû.

Sala 2024an 700 hezar Îranî di sînorê me re hatin û rojên xwe li Wanê derbas kirin.

Di paşerojê de ku ev şer berdewam bike dibe ku çûn û hatin zêde bibe lê belê danûstandin nabe.

Kar û bar bi pêş ve naçe, karsazî bi pêş ve naçe.

Bazirganî miheqeq dê zerereke pir mezin bibîne.”

“Ne ji Kurdistanê mêvan tên û ne jî ji Îranê”

Her sal van çaxan li bazara Wanê geştyarên Îranî li ber çavan diketin.

Di vê mehê de li otêlan cih nedima lê ji ber şer geştyariya Wanê jî hefteyek e derbeyeke mezin xwariye.

Serokê şaxa Wanê ya Yekîtiya Kompanyayên Geştyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Cevdet Ozgokçe:

“Geştyarên me ji sedî 80 ji Îranê û ji sedî 20-30 jî ji Kurdistanê ne.

Vê demê ne ji Kurdistanê mêvan tên û ne jî ji Îranê.

Cihê şer hebe însan naçin tetîlê, naçin gerê, naçin kêfê.

Ji ber wê karê me ji sedî 90-95 sekiniye.

Otêlên me ji sedî 20 ji sedî 25 tijî ne, ji sedî 75 vala ne.

Sûk û bazara me jî vala ye. Tam em di nava kar de bûn, havînê dest pê kiribû, karê me tam vebibû mixabin şerê Îran û Îsraîlê derket.”

Çavê hemû cîhanê niha li çarenûsa şerê Îran û Îsraîlê ye lê çavê Waniyan du qatê cîhanê li vî şerî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst