Li Mereşê agir bi daristanê ket

15-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadiroglu ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket û midexalekirina agir berdewam e.

Îro Şemiyê 15ê Tîrmeha 2023an li navçeya Dulkadiroglu ya Mereşê agir bi daristanê ket û li ser agahdarkirinê tîmên peywendîdar çûn cihê bûyerê.

Li gor zanyariyan ji bo midexalekirina agir 2 firoke, 1 helîkopter û makîneyên avê şandine navçeyê. Doh jî li heman navçeyê agir bi daristanê ketibû û piştî çend demjimêran hatibû vemirandin.

Bi zêdebûna pileya germê li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûyerên agirên daristanan jî zêde bûne û hişyarî tê dayîn ku welatî li gor rênmayiyan tevbigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst