Herêma Kurdistanê derbarê budceya giştî ya Iraqê de doz vekir

15-07-2023
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bûdceya Iraqê Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Lijneya Darayî yê li Parlamentoya Iraqê Xelîl Doskî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê budceya giştî ya Iraqê de doz vekir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser maddeyên girêdayî Herêma Kurdistanê yên di yasaya bûdceya sala 2023, 2024 û 2025ê ya Iraqê de doz vekir.

Derbarê vê yekê de Endamê Lijneya Darayî yê li Parlamentoya Iraqê Xelîl Doskî ji Rûdawê re ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî li dijî wê yekê ne ku hin madeyên li dijî Herêma Kurdistanê di yasayê bûdceya Iraqê de cih bigirin.

Xelîl Doskî got: “Piraniya xalên bûdceyê yên derbarê Herêma Kurdistanê de li dijî Herêma Kurdistanê ne û bi mebestên siyasî, nedestûrî û neyasayî hatine nivîsandin. Ji ber vê yekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember madeyên yasaya bûdceyê yên derbarê Herêma Kurdistanê de nerazîbûn nîşan da.”

Doskî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê maddeyên 2, 11, 12 û 13 yên budceya giştî ya Iraqê doz vekir.

Bi gotina Doskî ew dozvekirin li ber şandina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê nabe rêgirî û got: “Dadgeha Federal heta biryara xwe ya dawîn bide cîbicîkirin madeyan dê berdewam be û dema ku biryara taybet bo cîbicîkirina budceyê werin derkirin xal dê bêne guhertin û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dê werin dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst