Nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye

15-08-2022
Nebîl Yûsif
Nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye
Nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye
Nîşan Penceşêr Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji sala 2014an ve, nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê gelekî zêde bûye, hinek pijîşk dibêjin, ew rêje du qat zêde bûye.

Li Rojavayê Kurdistanê ti nexweşxaneyeke taybet a çareserkirina penceşêrê tune ye.

Nexweşên penceşêrê ji bo dermankirinê yan divê biçin Şamê yan jî werin Herêma Kurdistanê. Riya dûr jî dibe sedema pirsgirêkên zêdetir.

Pizîşk sedema zêdebûna nexweşiyê jî bi pîsbûna jîngehê û gemara petrolê girêdidin.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara nexweşên penceşêrê her ku diçe zêdetir dibe. Li gor Dr. Danîş Mehmûd ku pizîşkê pisporê penceşêrê ye, rêjeya vê nexweşiyê li navçeyê ji sala 2014an ve, 3 heya 4 % zêde bûye û ji her 100 nexweşî, 7 ji wan yên penceşêrê ne. Ew pizîşk sedema zêdebûna nexweşiyê jî li pîsbûna jîngeh û dûmanê ku ji alavên ne pêşketî yên derxistina petrolê vedigerîne.

Dr. Danîş Mehmûd Hac Ibrahîm got, “Sedemên wê yên derdorê hene ku nêzikî cihekî neftê bî yan dûmana jeneratoran, ev sedemên bingehîn in û sedemên genetîk jî hene.”

Tevî hejmara zêde ya nexweşan, lê li Rojavayê Kurdistanê ti nexweşxaneyeke taybet bi çarerkirina penceşêrê nine û pişkinîna aşkerekirina nexweşiyê jî nayên kirin. Vê yekê astengî û pirsgirêk li pêşya nexweşan çêkiriye û neçarin berê xwe bidin Şamê yan jî bêne Herêma Kurdistanê lê ji herdû aliyan ve, pirsgirêkên çûn û hatine hene. Li gor pizîşkekî din yê taybet bi vê nexweşiyê, penceşêra herî zêde berbelav di nava jinan de, penceşêra memikan e û di nava zilam de jî, ya Kolon e.

Dr. Danîş Mehmûd Hac Ibrahîm anî ziman, “Hinek nexweş diçine Şamê, li vir hejmarek cîhaz hene lê PT Scan nîne ku ji bo dîtina belavbûna nexweşiyê ye. Nexweş ji ber ku gelek cîhaz li vir nînin diçin Şamê yan jî Kurdistanê ji bo dermankirinê. Lewma ji ber peydakirina dermanan jî xelk diçin Kurdistanê û Şamê.”

Li gor zanyariyan taybet bi Rûdawê, salane 700 heya 800 nexweşên Kurd diçine nexweşxaneya Beyronî ya Şamê. Li gor amarên nexweşxaneya Beyronî, 60% ya nexweşan ji navçeyê bakur û rojhilatê Sûriyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst