Li Êlihê kesekî birayê xwe kuşt

06-07-2025
RÛDAW
Nîşan Êlih Bira Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî birayê xwe yê ku dayika wan bi kêrê birîndar kir, kuşt.

Li gorî zanyariyan, şeva borê li taxa Seyîdan a Êlihê di navbera Boran G. yê 24 salî û hevjîna wî de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket û pev çûn.

Dayika Boran G., S.G. jî ji bo ku kurê xwe û bûka xwe aşt bike dikeve navbera wan û Boran G. bi kêrê dayika xwe S.G. birîndar dike.

A.G. yê 25 salî jî dema dibîne birayê wî bi kêrê dayika wan birîndar dike, bi demançeyê gule berî birayê xwe Boran G. dide û wî birîndar dike.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Boran G. û dayik S.G.yê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê, lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Boran G mir.

Dermankirina dayik S.G.yê jî berdewam e. Polîsan ji bo desteserkirina A.G. yê ji cihê bûyerê reviya dest bi xwebatan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst