Êlih (Rûdaw) - Li navçeya Qubînê ya Êliha Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekan de dayîk, bav û 2 zarokên wan hatin kuştin.
Li gorî îdiayan sedema kuştina malbatê ji ber doza erdan bûye.
Di vê şeva tarî de li dûryana gundê Newalê û Herfasê jiyana 4 kesan hatin tarîkirin.
Mehmet Şanliyê 65 salî, bi hevjîna xwe Taqîbe Şanli û bi 2 zarokên xwe yên 9 salî û 5 salî re di nava otomobîla xwe de hatine gulebarankirin.
Cenazeyên bav û her du zarokan li gundê Newalê û cenazeyê dayikê jî li Êlihê hatin veşartin.
"Zarokan dikujin ev qetlîam e"
Ahmet Şanli birayê Mehmet Şanli derbarê li ser bûyerê wiha got:
"Zarokan dikujin yawo. Ev qetlîam e, ka dewa we çi ye. Tiştekî we li ser hev tune ye. Pêşiya wan girtine. Li ser cadeyê wan sekinandine.
Piştre sîlehan derxistine û ew gulebaran kirine. Wan tevan kuştine. Zarokan jî kuştine. Hebek jî nehiştine."
"Êriş ji ber erd çêbûye"
Li gorî îdiaya nasên qurbaniyan êriş ji ber doza erd û zeviyan pêk hatiye.
Ahmed Şanli sedema êrişê wiha bi lêv kir, "Jixwe ji vir heta mezraya jorê Bîgewrayê 900 donim erd tev jî dewe li serê ye.
Ev erd îsal 4 sal 5 sal in jî ranabe dewletê dest daniye serê. Hetanî dewe safî nebe gerek cot jî nekin. Ez texmîn dikim dewe ev e. Li ser eraziyan e."
Mele Salih li derdorê kesekî naskirî ye û roj tune ye ku telqîna miriyan nexwî.
Ew cara yekemîn e ku telqîna zarokên hatine gulebarandin dixwîne.
Mele Salih, "Gerek em hev nekujin. Em Misilman in. Dînê me Îslamê teslîmbûn e.
Gerek em xwe teslîmê xwedê bikin. Kuştin na, biratî êazim e. Gerek em hev nekujin."
Êşa 4 qurbaniyan kul û kesereke mezin xiste nava dilê gundiyên Newalê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse