Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî diyar kir ku îsal 59 hezar û 572 xwendekarên Kurd dersên Kurdî hilbijartine.
Barij Celalî bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û li ser rewşa zimanê Kurdî ya li Tirkiye û Bakurê axivî.
Wî daxuyand daxwaza sereke ya gelê Kurd ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê zikmakî ye.
Barij her wiha da zanîn ku li gorî rapirsiyeke nû, ji sedî 97ê Kurdan dixwazin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.
"Daxwaza sereke naskirina ziman û perwerdeya bi Kurdî ye"
Wî da zanîn ku pirsgirêka sereke ya gelê Kurd ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tunehesibandina mafên wan ên rewa ye û got:
"Di serî de mafê ziman, nasname û statuya miletê Kurd tê.
Me dît ku di dema pêvajoya hilbijartinan de jî daxwaza yekem a ku di rapirsiyan de derket pêş, daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî bû."
Li gorî Celalî, ev daxwaz ne tenê hilbijartina derseke du saetî ye, berevajî vê "ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê dayîkê û fermîbûna zimanê Kurdî ye."
"Tirk hebûna xwe di tunebûna Kurdan de dibînin"
Berdevkê HEZKURDê bal kişand ser helwesta gelê Tirk a li hemberî daxwazên Kurdan û wiha pê de çû:
"Em dikarin bi rastî bibêjin ku pergala dewleta Tirkiyeyê û sîstema Kemalîst a 100 salan, miletê Tirk bi awayekî wisa perwerde kiriye ku hebûna xwe di tunebûna Kurdan de dibîne.
Ji bilî beşeke gelekî biçûk, dema tu li miletê Tirk bi giştî binêrî, ev hişmendî neguheriye."
"Eger Kurd hebin, dewleta Tirk tune"
Barij amaje pê kir ku dewletê bi salan bi rêya perwerde û medyayê hişmendiyek ava kiriye ku "eger Kurd hebin, dewleta Tirk tune" û ev yek bûye sedem ku gelê Tirk piştgiriyê nede mafên Kurdan.
"Partiyên Kurdan di vî warî de xemsar in"
Barij Celalî rexne li partî û saziyên Kurdan jî girtin û got ku ew di mijara ziman de xemsar mane û wiha axivî:
"Bi rastî ev rewş gelekî cihê xemgîniyê ye. Em nikarin xwe bixapînin.
Ji bilî xebat û çalakiyên saziyên civaka sivîl û piştgiriya medyaya Kurdî, mixabin partiyên Kurdan di vî warî de xemsar in."
Celalî da zanîn ku bi saya xebatên saziyên sivîl û kampanyayan, hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî hildibijêrin ji 11 hezar û 400î derketiye 59 hezar û 572yan û got:
"Ev jî nîşan dide ku di nava 4 salan de bi xebatan bi rêjeyeke ji sedî 400 zêdebûn çêbûye."
#VÎDEO - Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî: Li cem dewletê di warê naskirina nasnameya Kurdan û bikaranîna zimanê Kurdî de ti guherîn nîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 15, 2025
🎙️ Barij Celalî: Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi #Kurdî dixwazin
🎙️ Barij Celalî: Hişmendiya Tirkan a li hemberî zimanê Kurdî neguheriye
🎙️… pic.twitter.com/rvfeuq8M4i
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse