Li Sêwazê qeza: Miriyek û 5 birîndar

15-11-2025
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Qeza Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya sereke ya di navbera parêzgehên Sêwaz û Erzinganê de, ji ber barîna berfê û mijê, qezayeke zincîreyî çêbû û di encamê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Di qezayê de barhilgirek û 3 otomobîl li hev qelibîn.

Hat ragihandin ku di qezayê de ti zererîm canî çênebûne lê zererên madî gihiştine wesayîtan.

Ji ber berf û mijê qeza çêbû

Qeza li ser rêya sereke ya di navbera Sêwaz û Erzînganê de, li derdora navçeya Xafikê qewimî.

Ji ber barîna berfê û mijê ya zêde, asta dîtinê kêm bû û di encamê de barhilgirek û 3 otomobîlên din li hev qelibîn.

Di encama qezaê de  kesek mir û 5 kes jî bîrîndar bûn,

Li deverên din jî berf barî

Ji aliyê din ve, li devera Geminbelî ya di navbera navçeyên Endires û Koçgiriyên ên Sêwazê de jî berf barî.

Hat zanîn ku berfê li wê derê jî di çûn û hatinê de astengî çêkirine û tîmên rêbejayê dest bi xebatên paqijkirina berfê û xwêreşandinê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst