Bavê Rojînê eşkere kir ku gumana wan ji kê heye

15-11-2025
Nîzamettîn Kabaîş û Hêvîdar Zana\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîzamettîn Kabaîş û Hêvîdar Zana\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nîzamettîn Kabaîş Rojîn Kabaîş Wan Amed Doza Rojînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Rojîn Kabaîşê Nizamettîn Kabaîş, ji Rûdawê re ragihand ku ew ji sedî sed piştrast e ku keça wî xwe nekuştiye û hatiye kuştin û gumana wî li ser hêzên ewlehiyê yên zanîngehê heye.

Kabaîş îdia kir ku rayedarên dewletê û zanîngehê hewl didin bûyerê veşêrin û rastiyan berovajî bikin.

Nizamettîn Kabaîş gumanên xwe yên li ser mirina keça xwe anî zimên û soz da ku heta dawiyê ji bo dîtina kujeran dê têbikoşe.

“Keça min xwe nekuşt, hat kuştin”

Nizamettîn Kabaîş di destpêka axaftina xwe de bi awayekî teqez got, “Ez ji sedî sed piştrast im ku keça min xwe nekuştiye.

Ez heqê xwe li wan saziyan helal nakim ku ji min bawer nedikirin.

Min dizanî ku keça min hatiye kuştin. Gumana me ji wan hêzên ewlehiyên yên li zanîngehê heye.

Ti gumana min ji xwendekarên zanîngeha Wanê nîne.Heta niha jî ne şeva me şev e û ne jî roja me roj e.”

Kabaîş îdia kir ku rayedaran ji destpêkê ve israr kiriye ku bûyer xwekuştin e û bi vî awayî hewl daye ser bûyerê bigirin.

Bavê Rojînê got, “Wan çiqas israr kir, min jî ewqas israr kir û min got, ‘Na, keça min xwe nekuştiye.’”

Nîzamettîn Kabaîş her wiha diyar kir ku li cihê termê keça wî hatibû dîtin lêkolîneke têr û berfireh nehatiye kirin û gelek delîl hatine paşguhkirin.

“Îhmala zanîngehê û yurdê pir e”

Nizamettîn Kabaîş birêvebiriya yurdê û zanîngehê bi astengkirina lêgerîna heqîqetê tometbar kir.

Kabaîş diyar kir ku rayedaran nehiştiye hevalên Rojînê biaxivin û ji bo çalakiyên xwendekaran jî bûne asteng.

Nîzamettîn Kabaîş da zanîn ku dema xwendekar ji bo Rojînê meşiyan, polîsan ew asteng kiriye û 17-18 rojan ew xwendekar meşiyan.

Kabaîş rexne li rektorê zanîngehê jî girt û got, “Ez 380 kîlometre rê ji Amedê hatim lê rektor nehat ku sersaxiyekê bide min yan jî bêje ez lêborînê dixwazim.”

Bavê Rojînê her wiha destnîşan kir ku yurdê û zanîngehê dereng xeber daye wan û got, “Wê şevê Rojîn neçûbû yurdê, gerek saet 11an navê wê kontrol kiribana.”

“Di kezeba wê de av tune bû”

Bavê Rojînê bal kişand ser delîlên ku gumana wî xurt dikin û got, “Di kezeba keça min de av tune bû.

Ew dibêjin 24 kîlometre bi avê çûye lê ev derew e. Laşê wê saxlem bû. Ev nîşan dide ku bi şkenceyê hatiye kuştin.”

Laşê kesê ku di avê de bixeniqe diwerime lê laşê keça min newerimî bû û cilên wê neqetiyabûn.

Kabaîş her wiha behsa rapora otopsiyê kir û got ku bijîjkekî piştî otopsiyê ji wî re gotiye, "Di qirika wê de derb hene."

“Ez dê heta dawiyê tê bikoşim”

Nizamettin Kabaîş da zanîn ku ew ji bo dîtina kujerên keça xwe têkoşîna xwe didomîne.

Kabaîş eşkere kir ku hinek alî hewl didin bi gefan wî bêdeng bikin lê ew dê bi paşde gavan navêje.

Bavê Rojînê di berdewamiyê jî de got, “Ew dixwazin me bi tehdîtan bitirsînin da ku em dev ji vê dozê berdin lê berevajî, ez dê careke din berxwedana xwe mezin bikim û heta dawiyê bidomînim.”

Kabaîş di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê ev dosye zelal bibe û got, "Divê bê zanîn ka çi bi serê keça min hatiye.

Mirina min jî li ser be, ez dê dest ji doza keça xwe bernedim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst