Hewlêr (Rûdaw) - Li Urmiyeyê di qezayên trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da.
Di nava 24 demjimêrên borî de li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 4 kesan di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest da û herî kêm 8 kes jî birîndar bûn.
Yekê ji qezayan şeva borî li nêzîkî Girê Hesenluyê yê bajarê Negedeyê rû da.
Birêvebirê Hawarçûnê yê Parêzgeha Urmiyeyê Ferzîn Rezazade ragihand ku du otomobîlan li hev xistiye.
Li gorî gotina Ferzîn Rezazade, du rêwiyên di otomobîlan de canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.
Her wiha li ser rêya Mehabad û Urmiyeyê jî di encama lihevxistina du otomobîlan de kesekî canê xwe ji dest daye.
Birêvebirê Heyva Sor a Parêzgeha Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî got ku di bûyerê de 2 kes jî birîndar bûne.
Li Pîranşar û Bokanê jî qeza
Hemîd Mehbûbî diyar kir, li ser rêya Pîranşar û Şinoyê jî otomobîlekê li traktorekê xistiye û 3 rêwiyên wê birîndar bûne.
Li hêla din, li ser rêya Miyandiwaw û Bokanê jî qezayeke trafîkê çêbûye.
Mehbûbî amaje bi wê yekê kir, otomobîlekê li traktorekê xistiye û ji ber vê yekê kesekî canê xwe ji dest daye.
Li gorî rapora Saziya Tiba Dadî ya Îranê, îsal ji 21ê Adarê heta 21ê Îlonê di qezayên trafîkê de 10 hezar û 414 kes mirine û 202 hezar û 145 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse