Almanyayê dîplomaya Rêveberiya Xweser nas kir

13 demjimêr berê
RÛDAW
Dilbixwîn Dara û Îvan Şêxê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dilbixwîn Dara û Îvan Şêxê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Almanya Îvan Şêxê Koln
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kolnê yê Almanyayê dîplomaya dibistanên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hat naskirin.

Rayedarên perwerdeyê yên Almanyayê dîplomaya xwendekarekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ku li dibistanên Rêveberiya Xweser xwendiye, bi fermî nas kir.

Îvan Şêxê yê 17 salî ku xelkê Hisîçayê ye, piştî hewldanên xwe karî dîplomaya xwe ya Rêveberiya Xweser li bajarê Kolnê yê Almanyayê bide qebûlkirin û niha xwendina xwe didomîne.

"Min heta pola 10an bi Kurdî xwend"

Îvan Şêxê bû mêhvanê Bultena Rojava ya Rûdawê û diyar kir ku wî li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê li dibistanên Rêveberiya Xweser xwendiye.

Îvan Şêxê li ser pêvajoya xwendina xwe got, "Min li cem Rêveberiya Xweser li Hisîçayê xwendiye. Ji pola yekê heta pola dehan min bi zimanê Kurdî xwend."

"Gelekan gotin nayê qebûlkirin lê min dev jê berneda"

Xwendekarê Kurd da zanîn ku ew nêzîkî salek û 3 meh in li Almanyayê ye û wî dîplomayên xwe yên pola 9 û 10an bi xwe re birine wî welatî.

Îvan Şêxê diyar kir ku destpêkê gelek kesan jê re gotiye, "Ev birêvebirî nehatiye naskirin" û dîplomayên wê derbas nabin lê ew bêhêvî nebûye û got:

"Gelek kesan astengî ji min re çêkirin, gotin 'ev birêvebiriyek e ku li Sûriyeyê nehatiye qebûlkirin.'

Vê yekê nehişt ku hêviya min bişkê. Min ev dîplomaya xwe bir cem wergêrekî, min wergerand Almanî û mohr kir.

Pişt re min ew rêkir Birêvebiriya (Xwendinê) ya Kolnê ya li eyaleta Nordrhein-Westfalenê."

"Salên min neşewitîn"

Îvan Şêxê mizgînî da ku Birêvebiriya Xwendinê ya Kolnlê dîplomaya wî bi fermî qebûl kiriye û ew niha li gorî sîstema wir di pola 11an de ye.

Xwendekarê Kurd teqez kir ku 10 salên wî yên xwendina li dibistanên Rêveberiya Xweser neşewitîne û wiha domand:

"Ez niha li Almanyayê bûme pola 11an. Ev dîplomaya ku Rêveberiya Xweser daye min, ez asteke bilindtir jê dixwînim.

Qet salên min nehatin şewitandin. Ji ber ku tiştê ku min xwendin, pirtûkên wekî bîrkarî û zanyarî; ev pirtûkên ku min xwendin giş li Almanyayê wekî hev derketin.

Her deh sal bi pileya herî bilind hatin qebûlkirin."

Îvan Şêxê her wiha destnîşan kir, ew nizane ka kesekî din heye ku dîplomaya wî hatibe naskirin an na lê dîplomaya wî hatiye qebûlkirin û ji bo yên din jî ev rê vekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst