Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civîna xwe ya dawî ya îsal, bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî li dar dixe.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Arî Nanekelî ji Rûdawê re ragihand ku civîn dê pêncşema pêşiya me demjimêr 10:00an were kirin.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Hîwa Geylanî jî ji Rûdawê re got:
"Ev civîneke asayî ya demsalî ya Komîteya Navendî ye. Ji ber ku em ber bi dawiya salê ve diçin, girîng e Komîteya Navendî bicive."
Civîn dê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî û bi amadebûna alîkarên wî li Baregeha Barzanî bê kirin.
Rojeva civînê çi ye?
Hîwa Geylanî derbarê mijarên civînê got, "Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û Îraqê hatine kirin, li aliyê din li Îraq û herêmê guherînên zêde di rê de ne, lewma pêwîst e Komîteya Navendî bicive."
Hêjayî gotinê ye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê sibe civînekê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse