Zarokeke 10 salî bi datayan behsa bihabûna li Rojava dike

16-01-2020
RÛDAW
Zîwa ji gundê Qefê yê ser bi Til Temirê ve ye
Zîwa ji gundê Qefê yê ser bi Til Temirê ve ye
Nîşan Rojava Bihabûn Kurdistan Zîwa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokeke bi navê Zîwa vîdyoyek derbarê bihabûna li Rojavayê Kurdistanê, ji Rûdawê re rê kir.

Zîwa ku temenê wê 10 sal e, ji gundê Qefê yê ser bi Til Temirê ve ye û di wê peyama xwe ya vîdyoyî de bi datayan behsa bihabûna goşt kelûpelên din dike li Rojava.

Zîwa di wê vîdyoyê de ji ber bihabûna li Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Em êdî nikarin tiştekî bikirin.”

Zîwa bi Snaçapê vîdyoya xwe tomar kiriye, effekta berçavkeke ciwan jî ji xwe re çêkiriye û weke pîrejinekê diaxive.

Ev di demekê de ye ku ji ber şer û pevçûn û rewşa aloz li Sûriyê, krîzeke darayî jî rû daye û wê krîzê bandora xwe li ser Rojavayê Kurdistanê jî nîşan daye ku ku bihayê kelûpelan gelek zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê erdhejek çêbû / Wêne: Arşîv

Li Çewlîgê erd hejiya

Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû