Al-Monitor: Nêçîrvan Barzanî navbeynkariyê dike; Ebdî û Barack li Hewlêrê dicivin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tom Barrack Mezlûm Ebdî Sûriye HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Tê çaverêkirin ku sibe, bi navbeynkara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, civînek di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê li bajarê Hewlêrê bi rê ve biçe.

Malpera Al-Monitor a Amerîkayê di nûçeyekê de belav kir, tê pêşbînîkirin ku sibe Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bicive.

Li gorî zanyariyên wê malperê, ev civîn di çarçoveya hewleke hevahengkirî ya Amerîkayê de ye bi armanca rêlibergirtina şer û pevçûnên berfireh ên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û hêzên HSDyê de.

Çavkaniyên agahdar ji Al-Monitorê re ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roleke sereke di rêkxistina vê hevdîtina çaverêkirî de heye.

Di dawiya raporê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, her çiqas nûçe hatibe belavkirin jî lê Berdevkê Ofîsa Tom Barack amade nebûye ti daxuyaniyekê derbarê bernameya kar û serdanên nûnerê Amerîkayê de bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst