Mezlûm Ebdî û Tom Barrack dê li Hewlêrê bicivin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tom Barrack Mezlûm Ebdî HSD Sûriye Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack dê îro li Hewlêrê bicivin.

Tê pêşbînîkirin Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li ser agirbesta di navbera HSD Şamê gotûbêj bikin.

Piştî êriş û şerekî dijwar ê HSD û Artêşa Ereban a Sûriyeyê bi navbeynkariya Amerîkayê roja sêşemê di HSD û Şamê agirbest ragihandibûn.

Li gorî agahiyan, mijara sereke ya civînê nirxandina bipêşketinên dawî yên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Ev hevdîtin di demekê de ye ku herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe û guherînên navneteweyî, bi taybetî polîtîkayên nû yên Amerîkayê yên li hemberî Sûriyeyê, dê bandorê li ser paşeroja herêmê bikin.

Tom Barack ku wekî dostekî nêzîk ê Serokê bijartî yê Amerîkayê Donald Trump tê naskirin, di pêwendiyên Washingtonê yên bi welatên herêmê re xwedî roleke berbiçav e.

Şopîner di wê baweriyê de ne ku ev civîna wî ya bi Mezlûm Ebdî re ya li Hewlêrê, nîşaneke zelal e ku îdareya nû ya Amerîkayê dixwaze ji nêzîk ve lêkolînê li ser rewşa herêmê bike.

Dibe ku ev hewldanek be ji bo amadekirina nexşerêyeke nû ji bo parastina aramiya Rojavayê Kurdistanê

Hilbijartina Hewlêrê ji bo vê civînê, careke din pêgeha Herêma Kurdistanê wekî navendeke giring a dîplomasî û navbeynkariyê ya li herêmê nîşan dide.

Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê her dem hewl daye ku jîngeheke guncav ji bo têgihiştina navbera aliyên Kurdî û hêzên navneteweyî biafirîne.

Roja şemiyê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê mazûvaniya civîneke berfireh a navbera Tom BarrackMezlûm Ebdî û Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl kir.

Di civînê de tekezî li ser diyalogê û rêlibergirtina tundûtûjiyê ya li Sûriyeyê hate kirin.

Di civîna roja şemiyê de Tom Barrack, Fermandarê Hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê Kevin Lambert, Mezlûm Ebdî û Mihemed Îsmaîl Îlham Ehmed beşdar bûn.

Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di civînê de amade bû.

Her çi qas heta niha hûrgiliyên zêdetir ên civîna îro bi fermî nehatibin eşkerekirin jî, tê çaverêkirin ku encamên vê hevdîtinê bandoreke rasterast li ser arasteya rûdanên paşerojê yên li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Civîna li bendê ya Tom Barack û Ebdî, civîna wan a duyem e di vê hefteyê de.

Roja duşemê li Şamê bi amadebûna berpirsên pilebilind ên Sûriyeyê civiyabûn da ku li ser rêkeftineke derbarê çarenivîsa HSDyê û birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê guftûgo bikin.

Li gorî berpirsên HSDyê, di wê civînê de negihîştin ti rêkeftinekê.

Piştî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, roja sêşemê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê agirbesteke çarrojî ragihand.

Tevî agirbestê HSD û artêş hevdû bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst