Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî li ser avakirina hikûmetê civiyan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PDK YNK Mesrûr Barzanî Qubad Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hewlên xwe yên ji bo pêkanîna hikûmetê zêde kirin.

Çend çavkaniyên agahdar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Îro Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî ji bo gotûbêjkirina avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyane."

Li gorî wan çavkaniyan, "Tê çaverêkirin ku sibe an dusibe polîtburoyên her du partiyan ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina hikûmetê bicivin."

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên agahdar wergirtine, piştî civîna polîtburoyên PDK û YNKê, tê payîn ku careke din Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî jî bicivin.

11ê vê mehê, Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Pîrmamê civiyan.

Wan li ser namzedê serokkomariya Îraqê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kiribû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh derbarê wê civînê de got, "Gelek erênî bû û destpêkeke gelek baş bû."

Nakokiyên li ser kabîneyê û posta serokkomariyê

Nêrînên PDK û YNKê yên li ser pêkanîna kabîneya dehemîn ji hev cuda ne û vê yekê jî kiriye ku ew kabîne heta niha neyê avakirin.

Her wiha li Bexdayê jî li ser wergirtina posta serokkomariyê di navbera wan de rikaberî heye.

PDKyê ji bo wî postî Fuad Husên û YNKê jî Nizar Amêdî wek namzed destnîşan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst