Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive

16-03-2017
RÛDAW
Nîşan Encumena Wezîran a Herêma Kurdistan Civîn Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di derbarê hinek mijarên cûda de dicive.

 

Wezîrê Karûbarên civakî Mihemed Hawdiyanî ji Rûdawê re ragihand ku îro Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civîna xwe ya asayî li ser çend mijaran li dar dixe.

 

Li gora zanyariyên Rûdawê, civîna Encumena Wezîran dê li ser çar pirsan kom bibe, ya yekê encamên seredana Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî ji bo navçeya Germiyan e.

 

Mijara duyemîn, gotûbêjkirina çend biryarên di derbarê çaksaziya di warê bacan de ye li Wezareta Darayî û  nexşerêya çaksaziyê.

 

Mijara sêyemîn jî, danîna nexşeriyekê ye ji rûbirûbûna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê û ya çaremîn jî, dê di derbarê moleta xwendinê û sîstema alîkariya darayî û bursên xwendevanan bo derveyî Herêma Kurdistanê de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst