Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta 34emîn salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir, qurbaniyên Helebceyê bibîr tîne û dibêje: " Birîna jenosîda Helebceyê bi azadiya Kurdistanê tê kewandin."
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi helkefta 34emîn salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir û tê de dibêje: “Roja 16yê Adara 1988an de li Helebçe ya Başûrê Kurdistanê rejîma Sedam Hisên, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kes qetil kirin. Piraniya qurbaniyan zarok û jin û pîr bûn.”
Di peyaman xwe de PAK dibêje: “Li Helebceyê mirovahî 5000 caran hate qetilkirin. Jenosîda Helebceyê tawaneke li dijî mirovahiyê ye. Em qesasên jenosîda Helebceyê û alîgirên aan rûreş dikin. Me jenosîda Helebceyê ji bîr nekirîye, em ji bîr nakin jî.”
PAK herwiha tekez dike ku divê Netewên Yekbuyî jenosîda Helebçeyê nas bike û dibêje: “Jenosîda Helepceyê nikarîbûye rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigire. Birîna jenosîda Helebceyê bi azadiya Kurdistanê tê kewandin. Em şehîdên Helepceyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.”
Kîmyabarankirina Helebcê
Sibeha 16ê Adara 1988a, dawiya rojên şerê 8 salî yê Iraq–Îranê bû, firokeyên desthilata berê ya Iraqê, Helebce bi çekên kîmyayî bombebaran kirin.
Di encamê de 5 hezar zarok, jin, ciwan û pîr yekser şehîd bûn. 10 hezarên din jî rûbirûyê nexweşî û pirgirêkên tendirûstî yên demdirêj wek ji destdana bînahî, endamên laş û şewitîna çerm bûn û di salên piştre de beşekî ji wan canê xwe ji dest dan.
Xorak, av û hewaya bajêr ji ber wan çekên metirsîdar bijehr bûn. Çekên kîmyayî ji gazên Xerdel, Sarîn, Tabûn, V-X pêk dihatin.
Foreign Policy a Amerîkî di raporekê de ku pişta xwe bi belgenameyên eşkerebûyî yên CIA girêdide, eşkere kir ku haya Amerîkayê ji wê yekê hebû ku çekên kîmyayî yên qedexekirî yên Sedam Husên hene, lê ne tenê çavê xwe jê re girtiye, herwiha di warê îstîxbaratî de jî hevkariya artêşa Iraqê kiriye daku di şer de wan dijî Îranê bikar bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse