کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîna Serokê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadmendiyê Berhem Salih

Cîna Serokê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadmendiyê Berhem Salih

kurdistan

HILBIJARTIN - Vê carê jî lîsteya Berhem Salih YNK xistiye tengezariyê

NAWZAD MAHMOUD

NAWZAD MAHMOUD

16-04-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
NAWZAD MAHMOUD
NAWZAD MAHMOUD16-04-2018

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Silêmanî (Rûdaw) – Di sala 2009ê de ji ber cudabûna Newşîrwan Mistefa û çêkirina lîsteyeke nû ya hilbijartinan çawa ku Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ketibû nava rewşeke aloz, vê carê jî heman awayî ji ber cudabûna Berhem Salih heman rewşê de ye. Lê berpirsekî YNKê dibêje, vê carê dê bi şêwekeyî xweragir û li ser hemdê xwe li gel rewşê tevbigerin.  

 

Mijara cudabûna Berhem Salih û avakirina lîsteyeke nû ya bi navê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadmendî, YNK mijûlî kêşmekêşiyeke nû kiriye.

 

Di nava YNKê de ji bo lîsteke din kar dikin

 

Ji destpêka vê mehê ve YNK hewl dide wan kesên ku xwe weke YNKyî didin nasîn lê ji bo lîsteke din kar dikin, ji nava refên xwe dûr bixe.

 

Berpirsekî YNKê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar dike ku ev karekî pir giran û zehmet e, “Ji ber ku ev yek ne tiştekî wisa ye ku bi testa xwînê bizanin ka kî YNKyî ye û kî Hevpeymanî ye.”

 

Wî berpirsî got: “Li ser hemû astan YNK neçar e wan kesan dûr bixe ku ji bo lîsteyeke cuda kar dikin. Hejmareke kadro û berpirs hatine dûrxistin. Lê hê jî hinek kes hene, ku nehatine dûrxistin. Biryara dawîn a Konseya Serkirdetiya YNKê jî ev e.”

 

Beşek ji wan sîmayên ku niha li derdora Berhem Salih derdikevin berî niha sîmayên naskirî yên nav baregah, organ û ragihandina YNKê bûn. Nihe di dema propagandayê de ev kes rikberiya hemû partiyên din û herwiha ya YNKê jî dikin.

 

Lê vê rewşê êşa dilê YNKê kûrtir kiriye, ku qada lîstoka vê lîsteyê jî parêzgeha Silêmaniyê, wate kelha YNKê ye.

 

Endamê Serkirdetiya YNKê Ferîd Eseserd jî diyar kir, ku ji bo derxistina wan kesên nav YNKê ji bo lîsteyeke din kar dikin dem nehatiye diyarkirin lê çi gava pêwîst be dê wan kesan destnîşan bikin û derbixin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê di nava YNKê de 2 komîsyon hene ku li ser destnîşankirin û dûrxistina van kesan kar dikin. Ev komîsyon di bin çavdêriya serkirdetî û polîtbûroya wê partiyê de ne, ku Qadir Hemecan, Omer Fetah û Erselan Bayiz serpereştiya wan dike.

 

Endamê Serkirdetiya YNKê Bilêsa Cebar Yawer da xuyakirin: “Hemû kes azad e û kî bixwaze dikare here ji bo lîsteke din kar bike. Lê rê nadin wan kesan ku di nava YNKê de ji bo lîsteyeke din kar bike. Eger wiha bibe dê endamtiya wan were wergirtin.”

 

Wergirtina mal û milkên YNKê

 

Di civîna dawîn a serkirdetiya YNKê de pêşniyar hate kirin, ku ew kesên di nava YNKê de ji bo lîsteyeke din kar dikin werin cezakirin û herwiha mal û milkê ku YNKê dabû wan kesan ji wan were stendin.

 

Lê li gorî zanyariyan hinek serkirdeyên YNKê piştgirî nadin vê şêweyê cezakirinê û bi nêrîna wan ev yek dê ziyanê bigihîne nav û dengê partiya wan jî.  

 

Heta niha 10 cîgirên rêxistina bajaran, rêveber û berpirsên komîteyên YNKê ji ber vê yekê ji partiyê hatine dûrxistin.

 

“Wan em dernexistin me dest ji kar kişand”

 

Berdevkê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperweriyê Rêbwar Kerîm di vê derbarê de got: “Wan em dernexistin, me berî dest ji kar kişandina xwe dabû YNKê. Diyare wan biryar dane nameya hevalên me nebînin an jî haya wan jê nîne.”

 

Rêbwar Kerîm di wê baweriyê de ye ku ceza û biryarên YNKê yên derbarê wan de ti bandoreke nerênî li tevgera wan nake û diyar kir: “Projeya me projeya kesên çakxwaz e ji bo guhertina vê sîstema siyasî.”

 

Çûna Berhem Salih dîmenên serdema çûna Newşîrwan Mistefa zindî kirine. Kar gihiştiye wê astê ku hinek berpirsên bilind ên YNKê li hember hev gotinên tund bikin û hevûdin bi hevalbendiya Berhem Salih tometbar bikin.

 

Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar çend caran Mehmûd Sengawî bi alîgiriya Berhem Salih tometbar kir û got: “Mehmûd Sengawî weke wan kesan e, ku li gel Îmam Elî nimêj dike û li gel Mûawiye jî xwarinê dixwe.”

 

Beriya destpêkirina propagandaya hilbijartinan Mehmûd Sengawî ji Rûdawê re gotibû, ku ew xwe ji hemû kesan zêdetir YNKyî dibîne û wî di vê oxirê de berdêl daye. Lewma tometên derbarê xwe de qebûl nake.

 

Endamê Encûmena Rêveberiya Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadmendiyê Osman Gulpî jî derbarê biryar û pêşiyarên YNKê de dibêje: “Kesên ji YNKê dûr ketin û hatine nav hevpeymaniyê pir bêminnet in. ji ber ku wan ti tiştekî YNKê li gel xwe de neanîne da ku bitirsin ji wan were wergirtin.”

 

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Pirsên