Li Colemêrgê karantînaya tebeqê

16-05-2025
RÛDAW
Nîşan Rûbarok Tebeq Karantîna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rûbarokê ya parêzgeha Colemêrgê ji ber nexweşiya tebeqê liv û tevgera ajelan bi awayekî demkî li seranserî parêzgehê hat qedexekirin.

Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Colemêrgê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, li navçeya Rûbarokê nexweşiya tebeqê hatiye tespîtkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev nexweşî li ser ajelan heye û derbasî mirovan nabe lê li cem ajelên mezin û biçûk, bi taybetî li cem kar û golikan, dibe sedema mirinê.

Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Colemêrgê da zanîn:

“Ji bo astengkirina belavbûna nexweşiya tebeqê ku dibe sedema ziyanên aborî yên mezin, di çarçoveya tedbîrên karantînayê yên li seranserî parêzgehê de, hemû liv û tevgera ajelan a li nav parêzgeh û derve heta biryara duyem hatiye qedexekirin.

Karantîna tedbîreke zanistî ye ku ji bo astengkirina belavbûna nexweşiyê hatiye girtin.

Peyrewkirina van qanûnan, ne tenê parastina ajelên me, di heman demê de parastina derdora me û çavkaniyên me yên debara jiyanê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst